Eyşe Efendî: Ne zelzele ne jî tecrîd wê nikaribe me tune bike 2023-02-18 09:13:12   Medya Uren   AMED – Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî zelzeleya li Bakurê Kurdistanê pêk hat û ruxmê wê êrişên dewleta tirk ên berdewam dikin nirxand û got: “Armancên dewleta tirk nayên guhertin. Di zelzeleya bûye sedema jiyana bi hezaran kesan de jî êrişên li ser Kurdistanê didin berdewamkirin. Alîkariyên ji bo zelzeleyê hatine komkirin jî ji van êrişana dihere. Lê ne zelzele ne jî tecrîd wê nikaribe me tune bike.”   Piştî erdheja di 6’ê Sibatê pêk hat şûnde vê yekê bandroreke mezin li ser deh bajarên Bakurê Kurdistanê kir. Tevî vê yekê jî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê jî dewam dike. Herî dawî li ser Kobanê û Til Rifatê êrişên hewayî pêk hatin û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan.   Têkildarê êrişên Tirkiyeyê yên berdewam in Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê Eyşe Efendî ji ajansa me re axivî.   ‘Em di nava seferberiyê de ne’   Eyşe wiha dest bi axaftinê kir: “Em ji bajarê berxwedanê, ji bajarê maka şehîdan sersaxîyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em şifayê ji birîndaran re dixwazin. Em bi gelê xwe re ne. Zelzeleyek di seranserê Bakur û Rojavayê Kurdistanê de rû da û yek ji bûyerên herî awarte ya sedsalê ye. Em di rojên wisa de divê li gel hev bin û piştevaniya hev bikin. Di şerê Rojava de gelê Kurd hemû bûn yek û ev destkeftî bi hev re parast. Niha jî bi heman rengî em li ba gelê xwe yê Bakur in jî.”   ‘Em li ba gelê Bakur in’   Eyşeya qala daxwazên piştevanî û yekbûnê kir wiha qala astengiyên dewleta tirk kir: “Dagirkerekî weke hîtler, weke amîrekî DAÎŞ’ê li ser me ne. Ji bo astengkirin û parçekirina me hemû rêbazan bi kar tînin. Ji bo em xema xwe û daxwaza xwe ya bi hev re parve nekin jî her tiştî dikin.Hidût hatine girtin û derfet tune ne. Kobanê ango Rojava bi tevahî di bin dorpêça dagirkeran de ye. Ev erdhej kirin rêbazek û amûrekî siyasetê. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar in. Hîna jî di bin kavilan de dengê nalînan tê. Li her deverê dengê zarokan û nalîna wan heye. Di rewşek wiha de jî desthilatdar ferqê dixin navbera kurd, tirk, ereb û wekî din nîjadan. Ferqî û cudahîyê di vê rewşê de jî dixin navbera kesan. Komek Îspanî ya ji bo alîkariyê hatiye Bakur, piştî derketin dan zanîn ku li Bakur sîstema heyî cudahiyê dixe navbera kesan û rewşek awarte heye. Nîjadperestî, hişmendiya wan a dagirker di her atmosferê de xwe nîşan dide. Me mînakên vê gelek dîtin û em hîna dibînin. Zelzele bûyerek xwezayî ye. Lê belê bilançoya her ku diçe zêde dibe bi destê dewletê pêk hatiye û di berdewamiya wê de siyaseta tê şopandin jî vê yekê eşkere dike. Ev bilanço ne qeder e. Lê li dijî van polîtîkayan em li ba gelê Bakur in.”   ‘Armancên wan ên sereke nayên guherîn’   Eyşe tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi bîr xist. Eyşe got hemû qeyran weke silsileya tecrîdê li ser Kurdsitanê dom dikin û îro zelzeleya pêk hatiye jî sîstema heyî vegerandiye qeyranek ji vana. Eyşe wiha pê de çû: “Weke me diyar kir ku zelzele bûyerek xwezayî ye. Lewra ev zelzele bandorek mezin li ser Bakur û Rojava kir bû sedema jiyana bi hezaran nîştecihan. Ruxmê ev atmosfer û qeyran hevdu dişopînin jî dewleta tirk dev ji êrişên xwe yên dagirkeriyê berneda. Piştî zelzeleyê jî êrişên xwe yên hewayî dan berdewamkirin. Hîna jî bala desthilatdaran li ser destkeftiyê kurdan û canê kurdan e. Li vir li gel zelzeleyê zarokên me qetil dikin. Di demên dawî de gelek kesên ji pêkhateyên me, payedar ango kesên berpirsiyar hatin qetilkirin. Hîna jî ev lêgerînên wan ên tunekirin û tasfiyekirina kurdan berdewam e. Di erdhejek wiha de jî armanca wan a sereke nayê guhertin.”   ‘Em ji zilma wan mezintir in’   Eyşe diyar kir ku ew ji êşa dijmin mezintir in û wiha domand:"Tirkiye û heyanî koka wan Osmaniyan jî bi heman hişmendiya hovane tev geriyane û li vê çanda xwe jî berdewam in. Ne Sedam, ne Hîtler weke vê kiriye. Tu desthilatdarek weke Erdogan dijminatî nekiriye. Ew çiqas ruxmê hertiştî dikaribe dev ji armanca xwe bernede, em ji îro ruxmê her tiştî di seferberiyê de ne. Divê em bikaribin piştgiriyê bidin hev. Divê em bikaribin ji hev re bibin yek. Rengê êşên me yek in. Em ji wan û zilma wan, ji bê wijdaniya wan mezintir in. Em ji êrişên li ser me didin meşandinê mezintir in.”   ‘Alîkarî di bin xizmeta hêzên leşkerî de ye’   Bi dehan dewletên cîhanê îro alîkariya Bakurê Kurdistanê dikin. Bi balefirên xwe, bi mirovên xwe û derfetên xwe re hatin piştevaniyê. Lê belê di vê mijarê de jî cudahiyek heye. Alîkarî di bin rêveberiya Tirkiyeyê ango li gorî ew dixwazin tê birêvebirin. Dewleta tirk jî van alîkariyan dixe bin xizmeta siyaseta xwe. Alîkariya hatiye komkirin wê ji bo hêza eskerî were bikaranîn. Dema ku îro bikaribin ruxmê hertiştî êrişî me bikin ev vê yekê eşkere dike. Ev tê plan û bernamekirin.”   ‘Ew nikarin bi me’   Eyşe Efendî herî dawî da zanîn kes nikare bi wan û ev gotinan kir: “Çi dibe bila bibe pêwîst e Kurdên me xwe bizanin û li dijî desthilatdaran sekna wan diyar be. Mayîna îqtidarê çarenûsa me hemûyan diyar dike. Kurdekî bi şeref û Kurdekî bi namûs be pêwîste  dengê xwe nede Erdogan û desthilatdariya wî. Zelzele be, tecrîd be, êrişên wan çi dibe jî ew nikarin me bin bixin. Ew nagihêjin armancên xwe.” Eyşe herî dawî daxwazên sersaxiya malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane kir.