Margaux Ewen:Armanca me ew e ku zext ji holê rabin 2023-02-18 09:05:39   Melek Avci   ENQERE- Însîyatîfa Azadiya Ji bo Girtiyên Siyasî ji bo rojnamegerên girtî ku di nav de Midûra Karê Nivîsan a ajansa me JINNEWS Safiye Alagaş jî heye,kampanya dan destpêkirin.  Dîrektora kampanyayê Margaux Ewen diyar kir ku armanca wan ne tenê berdana girtiyan e armanca wan ev e ku pêşî li zextên ku hikûmet pêk tîne bigirin.   Zextên li ser rojnamegeran didomin û di 2022’an de di meha hezîran û cotmehê de gelek xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin û binçavkirin. He rwiha di pêvajoya erdhêjê de dîsa xebatkarên çapemeniya azad hedef hatin girtin, hatin tehdîtkirin û lêpirsîn li wan hatin vekirin. Nûçegîhanê TELE1 bi çekê hat tehdîdkirin û nûçegîhanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) jî di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.  Dîrektora kampanya  Însiyatîfa Ji bo Girtiyên Siyasî Azadî (A Political Prisoners Initiative) ya li sernaserê cîhanê ji bo azadiya rojnameger û parêzvanên maf yên girtî ku hat destpêkirin, Margaux Ewen der barê kampanya dane destpêkirin û zextên li ser rojnameger û girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê axivî.   Margaux da zanîn ku kampanya li dijî zextên rejîmên otorîter yên li hember azadiya mirovan, dane destpêkirin û got: “Freedom Hause  ji bo aktîvîsên mafên mirovan demokrat, parêzvanên mafên mirovan û rojnamegerên rastî zextan hatine hewldan da destpêkirin. Me hefteya borî ev di malpera xwe de weşand. Ji her derê cîhanê 10 çîrokên cuda hene.”   ‘Hewcedariya wan bi piştgiya me heye’   Margaux bi lêv kir ku demek dirêje rojnamegerên li Tirkiyeyê di hedefê de ne û bi taybet rojnamegerên Kurd bi zextan re tên rû hev. Margaux wiha domand: “Di salên dawî de li Tirkiyê zextên mezin li hember xebatên rojnamegeriyê hene. Freedom Hause jî demek dirêje vê dişopîne. Em bandora zextan a li ser Kurdan dibînin. Ji ber vê me 10 bûyer derxistin pêş û yek ji van jî hem çîroka rojnamegerên Kurd hem jî ya jinan vedibêje, bi nasnameya rojnemgeriya jin Safiye Alagaş tê vegotin. Ne tenê Tirkiye me xwest em zextên li hember kêmarên cîhanê bînin ziman. Civakên di bin zextan de ne hewcedariya wan bi piştgiriya me heye.”   ‘Qanûn ji bo çewisandina azadiyan têm bikaranîn’   Margaux balkişand ser zextên demên dawî li rojnamegerên ku li herêma erdhêjê ne tên kirin û got: “Di hawirek wisa trajîk de ragîhandina rastiyan agahiyan gelek girînge. Lê mixabin li herêmên erdjê li rojnamegeran zextên wisa hatin kirin. Demên dawî de wek em hemû dizanin ragîhandina agahiyan gelek girînge. Lê mixabin ji ber qerta çapemeniyê tune ye rojnameger tên girtin. Qanûnên heyî jî ji bo çewisandina azadiyan tên bikaranîn. Girtina rojnamegeran pêşîgirtina faliyetên rojnamegeriyê bêguman bandor li ser hemû aliyên civakê dike. Ji ber vê 10 bûyerên me yên derdikevin pêş hene. Ji herêma Ewropa Avrasya du heb û ji Tirkiyeyê jî  hene. “   ‘Armanca me pêşîgirtina li zextan e’   Margaux wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me tenê ev e ku rojnameger û atkîvîst bên berdanê. Armanca me ev e ku em pêşî li zextên ku hikûmet pêk tîne bigirin. Armanca me ev e ku em  li seranserê cîhanê li dijî zextan hişmendiyê bidin afirandin, pêşî li zextan bigirin. Hemû zextan ji holê baikin.”