ROJEVA 18'Ê SİBATA 2018'AN 2023-02-18 09:00:00     *Dayika Mizgîn Nuda Koçer(Asya Taşçi) ku di şerê Sûrê de jiyana xwe ji dest da Mewlûde Taşçi, destnîşan kir ku ew çiqas aştiyê dixwazin jî bersîva wan bi şer tê dayîn û got: “Bila gelê me li dijî êrîşan dest bide destê hevdû û dev ji doza xwe bernede. Divê gelê Kurd  xwedî li doza zarokên xwe derbikeve û li dijî vî şêrê qirêj yekitiya xwe ava bike.” DÎMEN HEYE   *Psîkolog Pinar Aydenîz da zanîn ku ji ber erdhêjê  ji bo tenduristiya zarokan divê şertên jiyana bi ewle bên avakirin û divê xebateke psîko-civakî ya demdirêj ku tê de STK û rêxistinên pîşeyî hene pêk bê.  DÎMEN HEYE   *Însîyatîfa Azadiya Ji bo Girtiyên Siyasî ji bo rojnamegerên girtî ku di nav de Midûra Karê Nivîsan a ajansa me JINNEWS Safiye Alagaş jî heye,kampanya dan destpêkirin.  Dîrektora kampanyayê Margaux Ewen diyar kir ku armanca wan ne tenê berdana girtiyan e armanca wan ev e ku pêşî li zextên ku hikûmet pêk tîne bigirin.    *Erdhêjzedeyên ku li Cebellînûrê bi derfetên xwe kon vekirin behsa tiştên ku jiyane kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku hem dereng hatine alikariyê hem jî ew di şert û mercên dijwar de neçar hiştine. BI DÎMEN    *Ji Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê Leyla Kalin da zanîn ku hilweşîna nexweşxaneyan, bêpergalbûna pergala tenduristiyê rê li ber prisgirêkên cidî vedike û gotin ew li dijî krîzeke ku derketiye holê têdikoşin. BI DÎMEN    * Zeynep Talay û Îsa Talay ji xaniya ku dimînin de 5 xizmên xwe windakirin û tenê ew sax hatin derxistin. Zeynep, banga alîkariyê kir. BI DÎMEN    *Mexdûrên erdhêjê ya li navçeya Îshaliyeyê ya Dîlokê ku ji erdhêjê xesaret mezin dît, diyar kirin ku ew bi alikarî û piştevaniya welatiyan heta îro hatin. BI DÎMEN    *Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî zelzeleya li Bakurê Kurdistanê pêk hat û ruxmê wê êrişên dewleta tirk ên berdewam dikin nirxand û got: “Armancên dewleta tirk nayên guhertin. Di zelzeleya bûye sedema jiyana bi hezaran kesan de jî êrişên li ser Kurdistanê didin berdewamkirin. Alîkariyên ji bo zelzeleyê hatine komkirin jî ji van êrişana dihere. Lê ne zelzele ne jî tecrîd wê nikaribe me tune bike.”BI DÎMEN    * Seroka DOGUNKAD’ê Rojda Yilmaz, anî ziman ku di aliye pêdiviyên hîjyenîk ên jinan de berhem gelek kêm in û ji bo jinan xebateke taybet bimeşînin Koordînasyona Jinan a Navendî avakirine. BI DÎMEN    *Dildara Afadê ya ku nexwest navê xwe bide çavdêriyên xwe yên li Amed û Semsûrê bi me re parve kir. Wê da zanîn ku kes girîngiyê nade kesên sax an jî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber îhmal û bêewlehiyan gelek kesî jiyana xwe ji dest dane.