Li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin 2023-02-17 19:33:23   KOCAELÎ- Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê mêrê bi navê Erdem Kale jina bi navê Cansu Guneş bi çekê qetil kir.   Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê li taxa Şekerpinar, jina bi navê Cansu Guneş ji aliyê mêrê bi navê Erdem Kale ve hatqetilkirin.   Ekîb çûn cihê bûyerê lê Cansu Guneş jiyana xwe ji dest dabû. Polîsên li cihê bûyerê lêkolîn kirin, gumanbar binçavkirin.   Gumanbar piştî kar û barê emniyetê hat girtin û Cansu Guneş jî li goristana Şekerpinar hat definkirin.