Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 9'emîn dewam dike 2023-02-17 14:15:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), greva birçîbûnê bi koma 9'emîn dewam dike.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 17’an de bi koma 9’emîn berdewam dike.   Bi merasîmekê koma 8’emîn ya çalakiyê, çalakî dewrî koma 9’emîn kir. Beriya ku koma nû çalakiyê dewir bigre deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 8’emîn daxuyaniyek ji aliyê Dîcle Benek ve hate xwendin.   Dîcle Benek destpêkê sersaxî ji giştî mexdurên erdhejê re xwest û di daxuyaniyê de ev tişt got: “Ev 25 sal in Rêbertiya me di zindanê de ye û ev demek dirêje me ti agahî ji Rêbertiya xwe negiriye. Armanca çalakiya me fîzîkî azadkirina Rêbertî ye. Ji ber wê ji wek ciwanên Mexmûrê heta em agahiyekê ji Serokê xwe digrin, em ê di nava çalakiyan de bin. Azadkirina Rêber Apo bi rêxistin kirina ciwanan pêkan e. Ji ber wê jî em bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikin ku cihê xwe di nava têkoşîne de bigirin.”   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşma ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ bi dawî bû.