ROJEVA 17'Ê SIBATÊ 2023'YAN 2023-02-17 09:00:00     * Jinên ji bo piştevaniyê ji Stenbolê hatin Semsûrê, nêzîkatiya dewletê bi gotinên wekê "Dewlet ji zextxwiriyê re heye lê dema ku dor tê jiyankirina welatiyan tune" nirxand. Jinan diyar kirin dê her di nav piştevaniyê de bin. BI DÎMEN    * Li Elbîstanê û derdora wê gel bi derfetên xwe birînên xwe dipêçin. Li vir gel bi xwe cenazeyan ji bin kavilan derdixin û ne diyar e ku ka çend kesî li vir jiyana xwe ji dest dane. BI DÎMEN    *Girtiya nexweş Hazîne Alçi bi protezê dijî û 24 sale girtiye, ji ajansa me re peyamek şand û got divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.   *Li navçeya Islahiyeyê 11 roj in pirsgirêka av û ceyranê heye. Jinên ku di konan de dimînin destnîşan kirin ku pêdivî û pirsgirêkên jinan tê paşguhkirin. DÎMEN HEYE   * Ji ber erdheja navenda wê Bazarcix bû û bi pîleya 7.7 pêk hat bandor li gelek bajaran bû. STO û HDP di çarçoveya kampanyaya "Malbata Xwişk û Bira" de piştevaniya bi gel didomînin. DÎMEN HEYE