Hejmara zarokên refakatiyên wan tune hezar û 464 e 2023-02-16 22:23:33   NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî diyar kir ku hezar û 464 zarokên ku refekatiyên wan tune û ji erdhêja navena wê Mereş bû bi bandor bûne hene û her wiha 759 zarok jî dermankirina wan didomin.    Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî der barê zarokên ku refekatiyên wan tune û ji erdhêjê bi bandor bûne û her wiha zarokên dermankirian wan didomin de daxuyaniyek dan.   Wezaretê li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî di daxuyaniya der barê zarokan de daye wiha vegot: “Hezar û 464 zarokên ku refekatên wan tune, 759 zarokên ku dermankirina wan didomin hene. 79 zarok piştî dermankirinê teslîmê saziyan hatine kirin. 626 zarok jî piştî kontrola nasnameyan teslîmê malbatan hatine kirin. Hezar û 197 zarokên nasnama wan hatine tespît kirin û 267 zarokên ku nasnama wan nehatiye tespîtkirin hene.”