Ji Koma Jinan a Zenûbiya der barê komployê de komxebatek 2023-02-16 20:59:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Perwerdê ya Nivîsgeha Koma Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê komxebatek bi diruşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin, azadiya rêbertî azadiya me ye, Jin, jiyan, azadî" têkildarî komploya navneteweyî li dar xist.   Komxebat li Akademiya Şehîd Ardar Harûn a Tebqayê hate lidarxistin. Tê de nûnerên ji partiyên siyasî, nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqa, Reqa, meclisên sivîl û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.   ‘Komployek plankirî bû’   Şêwirmenda Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliye Nime beşa yekê şîrove kir û wiha got: "Komplo ji nişkan ve pêk nehat an jî bêyî plane nehat lidarxistin. Lê belê li gorî bernameyeke birêxistinkirî, lêkolînkirî û bi gelek salan hatibû amadekirin. Rola her hêz û aliyên têkildarî vê komployê hatin erdkarkirin. Ev komplo ji bo polîsa hundirîn û hêzên îstîxbarata hundirîn li Tirkiyeyê heta bi rêxistin, îstîxbaratên navdewletî û gelekên aliyên navdewletî û siyastên wan û gelek hêzên cîhanê dest pê kir. Li dawiyê lihevkirinek di navbera wan de çêbû û garantî kir ku hin hêz û dewlet tevli vê komployê bin."    ‘Têkoşînê komplo vala derxist’   Endama rêveber a Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem El Osman beşa duyemîn a bi navê komploya dîrokî şîrove kir û wiha got: "Komplo xwedî rihên dîrokî yên kûr in. Destpêkê Rêber Ocalan berê xwe da Ewropa û 7 xalên çareseriyan pêşkêş kirin. Lê dewletên Ewropa ev çar red kir. Komplo pêk anî, da ku Rêber Ocalan teslîm be, lê wî teslîmkarî red kir. Rêber Apo di girtîgehê de wek rêberekî ma û naveroka komplo û armanca wê eşkere kir û bi têkoşîna xwe naveroka wê vala kir."   Dûre beşdaran li ser naveroka her du beşan nîqaş kir, çare û encamnameyên ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî danîn.   Ji van encamnameyan:   Bang, xebat û parastina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Ocalan were kirin, têkoşîna gel bi rêya lidarixstina meş û çalakiyên civakî yên di çarçoveya şermezarkirina tecrîdê de were bilindkirin.   Xebat li ser lidarxistina komxebat, panel û werşeyên xebata fikrî, siyasî û çandî ji bo şîrovekirina fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Ocalan bi çalakgerên li hemû cîhanê were kirin, fikrên rêbertî û perspektîfên wî di aliyê pratîkî de yên têkildarî azadiya jinê û mafên xwe bistînin werin şîrovekirin.   Destpêkirina hemleyên îmzeyan û haştagên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Ocalan were dewamkirin. Hemle ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û derxistina PKK′ê ji "lîsteya terorê" werin lidarxistin. Xebat ji bo xurtkirina jinan di tevahî aliyên leşkerî, aborî û siyasî de were kirin. Xebat li ser pêkanîna pergala rêgeza bê serokê jiyan nabe û hewla avakirina civakeke polîtîk-exlaqî-ekolojî-demokratîk were kirin.