Aleyna Olmez 248 saet şûnde sax hat derxistin 2023-02-16 19:57:35   NAVENDA NÛÇEYAN -  Aleyna Olmez ya 17 salî yali taxa Kayabaş a Mereşê 248 saet şûnde ji kavilê sax hat derxistin.   Xebatên rizgarkirinê yên piştî erdhêja ku bi pêla 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş bû pêk hat û bandor li ser 10 bajaran kir didome. Li taxa Kayabaşi a Dulkadîroglu ya Mereşê di avahiya Atabey de ku xebatê rizgarkirinê didomin, piştî 248 saetan şûnde Aleyna Olmez ya 17 salî sax hat derxistin.  Piştî mudaxala ewil  Aleyna sewqî Enqereyê hat kirin û sewqî nexweşxana Zanîngeha Tipa Cebecî hat kirin.