Nûnertiya HDP’ê dema kampanyaya alîkariyê ji bo mehekê dirêj kir 2023-02-16 14:51:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş diyar kir wan kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê ji bo mehekê dirêj kirin. Nahîde banga tevilbûna kampanyayê li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir.   Nûnera HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş bi rêya Rojnews'ê diyar kir ji ber pêwîstiyên mexdûrên erdhejê zêde ne û alîkariya hatî berhevkirin kêm e, ew ê kampanyaya xwe ya komkirina alîkariyan heta mehekê berdewam bikin.   Nûnera HDP’ê bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku hîn zêdetir tevli kampanya alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bibin û got, hîna gelek mexdûr tu alîkarî negihiştiye wan û pêwîstî bi alîkariyek zêdetir heye.   Hêjayî bibîrxistinê ye roja 9’ê Sibatê Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê bi pêşentiya HDP û alîkariya rêxistinên sivîl kampanya komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin.