Koma rizgarkirinê ya Îspanyayê: Gelek leşker hebûn lê kevirekî jî ranekirin 2023-02-16 14:05:13     Melek Avci   ENQERE - Pedro Frutos ê îspanyolî di koma rizgarkirinê de cih digirt bal kişand ser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û got: "Hikûmeta Tirkiyeyê gelek leşker şand cihê erdhejê lê belê leşkerek kevirek jî ji erdê ranekir."    Di 6'ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 erdhejên dijwar çêbûn û bandor li 10 bajaran kir. Bi mudaxileya dereng bi deh hezaran kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes jî ji bin xirbeyan bi awayekî birîndarî hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên ku erdhej lê çêbûye dereng hatin destpêkirin û bêkoordînebûn bû sedema mirina gelek kesan.    Ji welatên cuda gelek komên rizgarkirinê yên dildar hatin cihê erdhejê. Di bin kavilan de bi sedan kes hatin rizgarkirin. Lê belê di roja 9'an de komên biyanî yên ji bo rizgarkirinê hatin cihê erdhejê bajêr terikandin. Koma lêgerîn û rizgarkirinê yên ji Îspanya û Slovakyayê hatin li balafirgeha Edeneyê derbarê vegera xwe de axivîn û gotin: "Ji ber ku êdî maşîneyên xebatên ketin nav kavilan, em jî ji herêmê derketin."    Pedro Frutos ê îspanyayî, li balafirgehê wiha bal kişandibû ser bi dawî kirina xebatên xwe: "Hikûmeta Tirk biryara xebatên maşîneyên kar a li ser kavilan da. Hatina maşîneyên kar ji bo demê baş e. Lê belê ev tişt dibe sedema mirina gelek kesan. Em nikarin bibin parçeyê wê yekê."   Ajansa me xwe gihand Pedro û derbarê mijarê de nêrînên wî girt.    Pedro, da zanîn ku li herêma erdhejê pirsgirêka herî sereke bêkoodînebûn bû û wiha bi lêv kir: "Av, xwarin û hwd li herêmê pirsgirêk bû û her wiha organîsazyona belavkirinê jî bi xwe re pirsgirêk bû. Rêya ku hilweşiyayî nehatibûn kontrolkirin. Ji ber vê jî xwe gihandina deveran de gelek pirsgirêkan re rûbirû man. Gelek leşker sewqê herêmê hatin kirin. Lê belê ev leşker kevirekî jî ji erdê ranekirin."   Pedro derbarê axaftina xwe ya li balafirgehê de jî wiha got: "Min xwest balê bikişînim ser maşîneyên kar ên li herêmê. Koma me ya rizgarkirinê ji ber ku maşîneyên kar ketin herêmê ji herêmê derketin. Ev maşîne maşîneyên ku dibe sedema mirina kesan e. Rayedarên AFAD'ê yên li herêmê jî ji tiştên bûyê bi bandor bûn û tengezar bûne. Lê belê ji bo rizgarkirina kesan jî ji sedî sed dildar bûn."    Pedro di dawiya axaftina xwe de hedef nîşandana xwe wiha anî ziman: "Ez ne siyasetmedar im, ez rizgarker im."