Cerdevan û qeyûm di bin navê ‘alîkariya' erdhejê de dest bi talana xwezayê kir 2023-02-16 12:57:58     AMED - Li navçeya Hezroyê, cerdevan bi derfetên şaredariya navçeyê di bin navê “alîkariya" mexdûrên erdhejê de dest bi birîna daran û talankirina xwezayê kir.    Di ser erdhejên ku di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 çêbûn di roja 11'an de ye. Li herêma erdhejê ji aliyê sazî û dezgehên dewletê ve hê jî birînên mexdûrên erdhejê nehatine pêçandin û gelek pirsgirêk hene. Bi giranî hewcedariyên mexdûrên erdhejê bi starbûn û germbûnê heye. Ji bo vê yekê li herêmê banga sobe, kon û êzingan tê kirin.   Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê; li navçeya Hezroyê ya Amedê ev bang ji aliyê şaredariya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin û cerdevanan ve hat îstismarkirin. Li navçeyê di bin navê “alîkariya" mexdûrên erdhejê de cerdevanan dest bi talankirina xwezayê kirin. Cerdevanên ku li gundê Mezra Celîl ê navçeyê bi makîneyên kar ên şaredariyê rê vedikin û daran dibirin. Cerdevanan li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal (Whatsapp) van kêliyên birîna daran parve kirin.   Di dîmenan de tê dîtin ku komeke cerdevan û xebatkarên şaredariyê li heremeke gund ku berfeke zêde lê bariyaye, bi makîneyên kar ên şaredariyê rê vedikin û xwe digihînin daran û bi xîzaran dibirin. Her wiha tê dîtin ku hejmareke zêde darên birîne, hatine hûrkirin û li ser hev hatine komkirin.   Li aliyê din agahî nehat bidestxistin ku darên hatine birîn ji herêma erdhejê re hatine şandin an na.