ROJEVA 16'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-16 09:00:00     *Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye jî Şehba ye ku bi hezaran koçberên ji Efrînê hatine, dihewîne. Nîştecihên Şehbayê tiştên jiyane parve kirin û gotin: “Em bi rojane li derve ne. Rêveberiya Xweser bi me re bû alîkar û seferberiyek mezin da destpêkirin. Me bi hev re alîkariya hev kir û me birînên hev pêça.” DÎMEN HEYE   *Îrem Kayikçin der barê konê li Samandagi ava kirine axivî û got bi serhildana gel ya ‘ev dewlet li ku ye’ re hatine rû hev û wiha vegot: “Ev gel û jin her tiştî dizanin. Dizanin ku ewil kî hatiye vê derê, kê piştevanî kiriye û piştevanî mezin kiriye. Em ê hemû bi hev re van demên zehmet derbas bikin. Em ê piştevanî û têkoşînê mezin bikin.” DÎMEN HEYE   *Jinên ku ji Cebelînûr (Nurdagi) a hiweşiyayî ji neçarî koç dikin, gotin, " Em bêçare ne û hemû jiyan û hêviyên me di bin kavilan de man. Ger ku çareyek bihata dîtin me ser axa xwe koç nedikir." DÎMEN HEYE   *M.,Y., a ku 9 xizmên xwe di erdhêjê de winda kirin, destnîşan kir ku hê jî di bin kavilan de parçeyên cinazeyan hene û got: “Beriya AFAD'ê welatî gihîştin hawara me Gelek kes ji ber ku nehatin teşhîskirin li gorîstana bêkesan hat definkirin. gelek kes jî di bin kavilan de hatin hiştin.” DÎMEN HEYE   *Li Elbîstanê û derdora wê gel bi derfetên xwe birînên xwe dipêçin. Li vir gel bi xwe cenazeyan ji bin kavilan derdixin û ne diyar e ku ka çend kesî li vir jiyana xwe ji dest dane. DÎMEN HEYE   *Li her kolana navçeya Elbistan a Mereşê bêhna cenazeyên ku di bin kavilan de mane tê. Her wiha li navçeyê welatiyên Sûriyeyî piştî hedef hatin nîşandan nikarin ji konên xwe derkevin. BI DÎMEN