Nexweşxana ji erdhejê zirar dît wê bê veguhestin 2023-02-15 22:28:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dê nexweşxaneya dewletê ya li navçeya Heranê ya Rihayê ku bandor ji erdhejê girtiye, bê veguhestin.    Midûrê Tendurista Bajêr Prof. Dr. Mehmet Gulum, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê jî bandor ji erdhejên Mereşê girtiye. Mehmet di daxuyaniya xwe de ragihand ku Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê di nexweşxaneyê de xesar tespît kiriye û di encamê de biryar girtine ku nexweşxaneyê veguhêzînin navenda ciwanan û çandê ya Şaredariya Heranê.