Li Şengal û Kerkukê li dijî komployê çalaki 2023-02-15 22:22:00   NAVENDA NÛÇEYAN-Bi munasebeta salvegera Komploya Navnetewî  ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Şengal û Kerkukê bi tevlêbûna sedan kesî çalakiyên protestoyî pêk hatin.   Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Şengalê hat protestokirin. Meş bi dirûşmeya “Ji Serok Apo re Azadî , ji Şengalê re Xweserî“ li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir û heta çarxerêya Mam Zekî berdewam kir.    Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso îbrahîm axivî û got: “Di serî de em bi navê gelê Şengalê silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin û her wiha berxwedaniya gerîlayên azadiyê ku li dijî dewleta faşîst a dijminê mirovahiyê û koka Kurdistanê, Êzdiyan silav dikin. Em wek gelê Şengalê xwe deyndarê fikr û felsefeya Rêber Apo dibînin, ji ber ku dema hemû hêzên xwe xwediyê Şengalê didîtin ji pişt me revaiyan, tenê şagirtên Rêber Apo xwe gihandin hawara me û gelê me ji qikirinê rizagirkirin.”   Li ser navê TAJÊ Neam Bedel jî axivî û wiha got: “Beriya niha her kesek dihat û xwe li ser Şengalê dikir desthiladar û gelê me dikire koleyê xwe. Lê fikirê Serokatî dibêje hûn ji xwe re bikin û em piştevanê wene. Em jî bang li gelê xwe dikin, di her alîde xwe rêxistin bikin û ji bo azadiya serokatiyê têkoşîn bikin.”   Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir jî bang li civaka Êzidî kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin li ser piyan û di nava çalakiyan de bin.   Serokê Meclîsa Gundên Erebe Ebû Seger jî axivî û got: “Em ê weke gelê Ereb û Êzidî bi hevre ji bo azadiya Rêber Apo her li ser piyan bin û em bang li NY’yê dikin, ji bo em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin bibe xwedî helwest.”    Kerkuk   Tevgera Azadî li Kerkûkê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermend ve hate dayîn.Sermend diyar kir ku ev 24 sali n Ocalan li Îmralî tê ragirtin û ji hemû mafê xwe hatiye bêparkirin û her wiha 23 meh in jî ti agahî jê nayê girtin.   Komel bal kişand ser bêdengiya saziyên mafê mirovan ên Ewropa û dîsa CPT got: “CPT û Dadgeha Navneteweyî li ber tecrîd û êşkenceyê bêdeng in, bê helwestin û ev yek ne li gorî mafê bingehîn ên demokrasî, exlaq û mafê mirovan e.”Komel bang li gelê Kurd û cîhanê kir ku ji bo aştiyê û demokrasiyê hemû hewldanan wan ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan be.