Koma Jinên Azad piştgirî da kampanya alîkariyê ya HDP’ê 2023-02-15 16:29:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Jinên Azad serdana Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê kirin û piştgirî dan kampanya ji aliyê HDP’ê ve ji bo mexdûrên erdeja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatî destpêkirin. Her wiha banga tevlîbûna kampanyayê kir.   Koma Jinên Azad a ji Endama Polîtburoya Kurdistanê Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) Heja Silêman ,Gulnaz Ezîz û Endama Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Nehle Mihemed pêk dihat serdana Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê kir û li ser navê komê piştgirî dan kampanya alîkariyê ya ji aliyê HDP’ê ve ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatî destpêkirin.   Nûnera Nûnertiya HDP’ê Nahîde Armîş axivî û diyar kir ku piştgiriya her beşê civakê ya ji bo kampanyayê girînge û got ku ew dixwazin alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê, ji ber ku Tirkiye weke pêwîst alîkariya mexdûrên erdhejê nakin.   Koma Jinên Azad jî piştgirî da kampanyaya HDP’ê û ragihand ku kampanya erkekî neteweyî û mirovî ye û banga tevlîbûna kampanyayê kir.   Koma Jinên Azad alîkariya madî û darayî pêşkêşî kampanyayê kir.