Welatiyên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî şermezar kir 2023-02-15 15:42:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li navçeya Fafîn a Şehbayê şermezar kir.   Bi deh hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi dirûşma "Êdî bes e tecrîd, înkar û îxanet, dem dema azadî û hilweşandina Komploya 15'ê Sibatê ye" meşeke girseyî li Şehbayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.   Meş ji têketina Fafînê ber bi qada Dibistana Ajokariyê ve kete rê. Şêniyan wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiyê ye" hildan.   Li qadê, li dengê Abdullah Ocalan hate guhdarkirin. Dûre endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Zelal Ceger axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir. Zelalê bang kir ku divê hemû gel beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibe û pabendî fikir û felsefeya jiyan û vîna azad a Rêber Ocalan bin û asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.   Zelal Ceger diyar kir ku bi hezaran şervanên azadiyê yên li 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê di oxira azadiyê de tê dikoşin û got: "Tu kes nikare roja me tarî bike û me ji Rêber Ocalan bi dûr bixe."   Zelal Ceger destnîşan kir ku koçberên Efrîn û şêniyên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ruxmî hemû rewşên dijwar dewam dike û piştrast kir ku azadiya Abdullah Ocalan garantiya rizgarkirina Efrîn û hemû herêmên dagirkirî ye û got: "Dê sala 2023 bibe sala azadiya Rêber Ocalan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."   Meş bi dirûşma silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan û şermezarkirina komployê bi dawî bû.