Li Mexmûrê li dijî komployê meş hat lidarxistin 2023-02-15 13:30:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê komploya 15’ê Sibatê bi meşek girseyî şermezar kir. Di meşê de bê navber dirûşmên dijî dewletên komploger hatin gotin û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.   Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê komploya 15’ê Sibatê bi meşek girseyî şermezar kir. Di meşê de bê navber dirûşmên dijî dewletên komploger hatin gotin û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîsoger nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.   Meş bi kombûna hezaran xelkê wargehê û xwendevanan a li ber avahiya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Gel di meşê de bi bilindkirina al û posterên Rêberê PKK'ê, her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ ‘Dem dema azadkirina Rêber Apo ye’, ‘Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’ û bi dirûşman girêdanbûna xwe ya bi Abdullah Ocalan re anîn ziman. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY li wir sekinîn û daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta cangoriyên meha Sibatê de tevahî şehîdên tevgera azadiyâ Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Gel Bêrîvan Kaya axivî.   'Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî'   Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Dewletên dagirker bê navber hovîtiya xwe li ser Rêbertiya me dike, li ruxmê vê hovîtiya wan Rêbertî bêyî ku navber bide berxwedan û têkoşîna xwe berdewam kir. Em jî kêlî bi kêlî xwe di nava vê berxwedanê de dibînin û di nava vê berxwedanê de xwedî hêz û vîn in ku dijmin ji her gavek me ditirse. Ji bo wê jî êrişî gêrîlayên me dike, bi wê ve girêdayî tecrîda li ser Rêbertî ya ku ev 24 sal in bi hemû hovîtiya xwe tê meşandin, li ser gelê wargeha Mexmûr jî tê pêkanîn. Ji ber vê em ji vê ne xerîb in û ji bo wê jî divê em kêlî bi kêlî bi Serokatiya xwe re xwe bikin yek ku em bikaribin berxwedana xwe bi ser bixin. Hevalên ku bi agirê bedena xwe li derdora Rêbertî xwe kirin xelekek ji agir û gotin em ê bi agirê bedena xwe Rêbertiya xwe azad bikin û vê dijminiya ku li ser gelê Kurd em ê bi dawî bikin. Ji bo wê divê em jî bikaribin vî agirê serhildanê hîn geştir bikin û bigihînin azadiyê. Ji ber ku niha dem dema em bikaribin Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikine ye. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî.”   Piştî axaftina Bêrîvan Kaya, çalakiya greva birçîbûnê li wir bi koma nû dewir girt û bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ meş bi dawî bû.