Li Herêma Cizîr û Firatê meşên li dijî komployê 2023-02-15 12:16:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşên li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gelek bajar û navçeyên herêma Cizîrê û bajarê Kobanê dest pê kir. Meş bi dirûşma “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” tê lidarxistin.    Bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê, li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeyên Girkê Legê, Dêrikê yên Qamişlo, navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê dest bi meşê kir.   Meş bi dirûşma “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” tê lidarxistin.   Di meşan de wêneyên Abdullah Ocalan hatine bilindkirin û bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” , “Na ji tecrîdê re” û “Bê Serok Jiyan Nabe” tên berzkirin.   Li bajar û navçeyên ku meş lê hene, dikan û sûk hatine girtin.