Li rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî komployê 2023-02-15 12:03:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û tecrîd û komplo hatin şermezarkirin.    Komploya Navnetewî di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Suriyeyê destpêkir û di 15’ê Sibata 1999’an bi revandina Abdullah Ocalan ya ji Kenyayê û radestkirina wî ya bo Tirkiyeyê bi dawî hat. Ji wê rojê heta îro di girtîgeha Îmraliyê de di nav tecrîdê de ye.   Di çarçoveya salvegera Komploya Navneteweyî duh ciwanên rojhilatê Kurdistanê li bajarê Bane û jinên ciwan li bajarê Sine komplo û tecrîdê bi çalakiyên cuda şermezar kirin.    Jinên ciwan ên li bajarê Sine daxuyaniyek belav kirin û wiha ragihandin: “Pirsgirêka Rêber Apo, ne pirsgirêka kesek yan jî partiyekê ye, pirsgirêka Gelê Kurd e. Ji bo wê tênegihiştina Rêber Apo, tênegihiştina armancên şehîdên her çar beşên xaka pîroz a Kurdistanê û tênegihiştina felsefeya jiyana azad e. Em wek jinên Kurdistanê, bi felsefeya Rêber Apo û tecrubeya têkoşîna jinên kurd, dikarin maf û azadiya xwe rewa bikin û bi projeya Netewa Demokratîk ku projeya Rêber Apo ye, ronesansa Rojhilata Navîn pêkbînin.”   Ciwan li bajarê Bane jî bi çalakiyan bang li Gelê Kurd kirin ku li beramberî vê komployê berpirsiyartiya xwe ya dîrokî pêkbînin û di hemû aliyan de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşîn û gotin: "Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku dijminên Gelê Kurd nekarîne pêşiya fikir û felsefeya Rêber Apo bigirin."