Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê banga xwepêşandanên giştî hat kirin 2023-02-15 11:18:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re, di Îlona sala 2022’yan hatî destpêkirin, 153 roj li pey xwe hişt.   Tevî bi biryara lêborînê rojane hinek ji xwepêşanderên girtî tên berdan jî, lê pêngava girtina çalakvan û xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in. Heman demê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo 17’ê Sibatê, banga xwepêşandanên giştî hate kirin.   Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gava hêzên dewleta Îranê ya serdegirtina malên welatiyan, binçavkirin û girtina xwepêşander û çalakvanan berdewam bû. Ev yek di demek wiha de ye ku bi biryara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî ya lêborînê, rojane xwepêşanderên girtî têne berdan.   Her duh melayê mizgefta gundê Marexan a bajarê Serdeşt Fethula Rostemî, di dema ku refaqetiya karwanê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê yên bajarê Xoy’ê dikir, li xala kontrolê ya bajarê Urmiye ji aliyê hêzên ser bi dewleta Îranê ve hat binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.   Ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heta niha ve, 27 melayên Kurd bi tometa piştgiriya xwepêşanderan vexwendine dadgehê û ji wan herî kêm 10 mela hatine girtin.   Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşdandera girtî yê bi navê Arîn Kuxayî ji ber çaresernekirina dosyeya wê, bi dirûna lêvên xwe dest bi grevê kir.   Duh li bajarê Mihabad bi tevlîbûna malbat û hêjmarek çalakvanan, merasîma rojbûna xwepêşanderê di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayî Zanyar Ebubekirî hat li darxistin. Her wiha bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên cur be cur hatin li darxistin û tê de Komplo û tecrîd hatin şermezarkirin.   Her wiha di heman çarçoveyê de jin û ciwanan li bajarê Sine Komplo û tecrîda beramberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.   Li ser asta Îranê jî nerazîbûnên li dijî desthilatê bi awayên cuda cuda bi taybet nivîsîn û hilawistina dirûşmeyan li cihên giştî û li ser banên malan berdewam bûn. Duh komek çalakvan banga li darxistina xwepêşandan û çalakiyên giştî ku di 17’ê Sibatê de ango salvegera çileya xwepêşander Mihemed Mehdî Kerîmî û Mihemed Hisên ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatîn darvekirin, kirin.   Di çarçoveya bangawaziyê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavokên bangawaziyên hatin belavkirin.