Ayşe Acar Başaran: Gel bi xwe birînên xwe dipêçe 2023-02-15 10:43:30     MEREŞ - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir li dijî piştevanî û alîkariyê OHAL hat îlankirin û got: "Ligel her cure zextan gel bi xwe birînên xwe dipêçe û piştevaniya hevdû dike."    Ji ber erdhejê 10 bajar wêran bû û bi ser erdhejê re jî 10 roj derbas bûn. Li gelek deveran hêj xebatên rizgarkirin û alîkariyê nehatiye destpêkirin û welatî bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Yek ji wan deveran navçeya Elbîstana Mereşê ye û li vir jiyan rawestiyaye. Li Elbîstana ku ji ber erdhejê wêran bû, welatiyan yek bi yek malên xwe terikandin û koçî bajarên din kirin. Li kolanan bêdengî dewam dike, xebatên rakirina kavilan dewam dikin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elîhê Ayşe Acar Başaran serdana Elbistanê kir û derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.   'Li Elbistanê bêdengiyek mezin heye'   Ayşe di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser îlankirina OHAL'ê û diyar kir ku dewlet li dijî piştevaniya gel OHAL îlan kir. Ayşe, wiha bal kişand ser rewşa Elbîstanê: "Li Elbistanê nîva nifûsê jiyana xwe ji dest da û nîva vê jî bajêr terk kir. Em li dora xwe dinêrim lê kesek nîne. Bêdengiyeke mezin heye. Tabloya ku derketî holê qelsiya îktîdarê ye. Niha pêvajoyê li gorî hilbijartinê û ji bo îktîdara xwe dimeşîne. Em dibinin ku îktîdar di bin kavilan de maye. Li vir bi hezaran dildar hene. Ligel hewaya xirab li dereve mirov hene. Kon nîne û cihê ku stare bibin nîne."    'Ji vê tabloyê jî îktîdar sûde digire'   Ayşe, diyar kir ku hêj li gelek avahiyan lêgerîn nehatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Tabloyeke wisa li ber me ye lê îktîdar jî ji vê tabloyê sûde digire. Divê îktîdar hemû sazî û rêxistinên sivîl bianiya cem hev û kampanyayeke hevpar bida destpêkirin. Lê belê li şûna vê li kolanan xelkê şîret dike. Bi rojan îktîdar bêdeng ma û piştre derket OHAL îlan kir. Gotin li dijî dizî û talanê hatiye îlankirin lê belê me dît ku wisa nîne. Welatî neçar man ku hewcedariyên xwe yên pêwîst ji market û dikanan bigirin. Lê li gelek market û dikanan jî derziyek jî nehatiye girtin. Her tiştî dikin hincet û êrişê li sûriyeyîyan dikin û hedef nîşan didin."    'Bi lînçkirinê re rûbirû man'   Parlamenter Ayşe, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser serdana konên kesên ku ji Sûriyeyê koçber bûne û ji erdehejê bibandorbûne: "Ev jî di nava tirs û fikaran de dijîn. Bi xizmên xwe û bi derfetên xwe xizmên xwe di nav kavilan de derxistine. Avahiyên wan hilweşiyan e. Her wiha bi lînçkirinê re rûbirû mane. Niha di rewşeke zehmet de bi derfetên xwe li ser piyan dimînin. Em hewl didin piştevaniya wan jî bikin."   'Gel li gor derfetên xwe alîkarî dikin'   Ayşe, diyar kir ku li kolanên Elbistanê îktîdar nîne û wiha bi lêv kir: "Xeynî çend polîsan kesek din li vir nîne. Avakirina çend konan ên AFAD'ê rastiya li vir naguherîne. Gel li vir bi derfetên xwe alîkarî da hevdu û di nav piştevaniyê de bûn. Lê bi îlankirina OHAL'ê xwestin rê li ber piştevanî û alîkariyê bigirin. Piştî îlankirinê rojnameger hatin binçavkirin û dildar hatin binçavkirin."   'Jin bêtir mexdûr dibin'   Ayşe, daxuyan ku herî zêde di erdhejê de jin mexdûr bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vir gelek tişt hewce dike lê belê ji bo jinan taybet hewcedarî hene. Ji bo jinan bincil û ped hewce dike. Divê ji bo jinan taybetî xebat bên kirin."