Aktivîsta kurd Melike Alp di bin kavilan de jiyana xwe ji dest da 2023-02-15 10:42:00     AMED - Ji Navenda Kar a Diyar Galeria ya di erdhejê de hilweşiya cenazeyê aktivîst Melike Alp hat derxistin.    Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê navenda wê Dîlok û Merş erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Bi hezaran kes di bin kavilan de man. Bi hezaran cenaze jî ji bin kavilan hatin derxistin. Ji Navenda Kar a Diyar Galeria ya di erdhejê de hilweşiya cenazeyê aktivîst Melike Alp hat derxistin. Melike Alp aktivîsta mafê mirovan bû her wiha Seroka ewil a Komîsyona Jinê bû. Di heman demê de jî yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatarêz bû.    ÎHD'ê di parvekirina xwe de got ew ê Melike bi têkoşîna wê ya ji bo jinê bi bîr bînin.    Do endamê OHD'ê Serhan Ozdemir jî ji bin kavilan hat derxistin. Her wiha ji ber xebatên lêgerîna di bin kavilan de hêdî dimeşin bertek jî tên nîşandan.