‘Bi siyaseta qirêj erdhejê li gorî berjewendiyên xwe dinirxînin’ 2023-02-15 09:09:43   Medya Uren   AMED - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandora erdhejê re di bin sihayan êriş, dagirkerî û ambargoyê de welatî hewl didin birînên xwe bipêçin. Yek ji deverên erdhejê Heleb, tenê hatiye hiştin. Alîkariyên tên jî têne astengkirin û bi hezaran welatiyên li Şêx Mexsûdê kom bûne pirsgirêkên mezin dijîn. Hevseroka Meclîsa Giştî ya Şêx Mexsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ev gotin kir: “Siyasetek qirêj tê meşandin.Erdhejê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji bo kurd koçber bibin her rêbaz hat bikaranîn. Îro jî di dema erdehejê de em li ber sermayê bê derfet hatin hiştin.”   Bi erdheja li navenda navçeya Bazarcixa Mereş û Dîlokê pêk hat bandoreke mezin li Bakur û Rojavayê Kurdistan jî kir. Bi taybetî li Efrîn, Cindiris, Heleb û Şehbayê bi jimarek zêde nîştecihan jiyana xwe ji dest dan û hîna gelek kes di bin kavilan de ne. Li aliyekî herêmên di bin dagirkeriya komên girêdayî Tirkiyeyê de ne pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber ewlehiyê zêdetirî 2 hezar malbat ji Helebê koçberî Şêx Mexsûd bûn. Li Heleb û Şêx Mexsûdê jî ji ber êrişên Tirkiyeyê û ambargoya 6 meh in berdewam dikin derfetên parastina kesên ji derve mane di asta herî kêm de ye. Alîkariyên ji Heyva Sor tên jî li Minbicê hatine rawestandin.   Hevseroka Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî bandora erdhejê û astengkirina alîkariyên divê bikevin herêmên erdhejê bi ajansa me re axivî.   ‘Bi hezaran kes koçberî Şêx Mexsûdê bûne’   Hêvîn dema qala erdehejê kir da zanîn ku êrişên li ser herêmê berdewam dikin bû sedema hilweşînek mezintir. Hêvîn wiha berdewam kir: “ Erdheja pêk hatiye li ser hemû herêmê bandorek mezin kiriye, bi taybetî taxên Şêxmehmûdiyê û Eşrefiyê ya herêma Helebê.Di çend deqeyan de bajar serû bin bûn.Di berê de jî êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine û berdewam dikin jî bandor li ser avahiyan kiribûn. Gelek avahî xira bûn û zirarên mezin girtibûn. Îro jî bû sedem bi erdhejê re xirabûnên mezintir pêk werin. Li Şêx Mexsûd û Eşrefiyê avahiyên neketine jî zirarên mezin girtine. Êdî ketina wan a avahiyan ne ewle ye. Di dema dagirkeriya Efrînê de, nîştecihên wir gelek koçberî Şêx Mexsûdê bûn. Di erdeheja niha pêk hatiye de jî nîştecihên Helebê bi hezaran berê xwe dan van taxan. Ev tax cihê mexdûrên şerê dagirkeriyê û mexdûrên erdhejê ne.”   ‘Dixwazin herêmê vala bikin’   Hêvîn got Şêx Mexsûd deverek hîna di bin dorpêçê de ye ku siyaseteke qirêj li ser tê meşandin. Hêvîn wiha berdewam kir: “Ev herêman cihên stratejik in. Dixwazin kes li vir nemîne. Ji bo koçberiyek mezin pêk were jî siyaseteke qirêj didin meşandin. Ji bo şer jî wijdan lazim e. Mixabin gel di bin kavilan de ma, nehatin rizgarkirin, welatî di sermayê de ji derve man, alîkarî nehat kirin. Ji Helebê ber bi Şêx Mexsûdê ve koçberî pêk hat û gelê Rojava hewl da birînên hev bipêçin. Lê di holê de ambargoya 6 meh in berdewam dikin heye. Derfeta herêmê nîne ji ber ambargoyê zêdetir penaberan rake. Ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê alîkarî hatin komkirin, ji aliyê Heyva Sor ve jî alîkarî ji bo me hatin komkirin lê mixabin destûra ketina van herêman nayê dayîn. Ji derveyî ambargoyê Tirên alîkariyê yên hatine li Minbicê dane rawestandin. Bi taybetî ji bo herêm vala bibe û koçberî pêk were jî ev siyaset tê meşandin.”   ‘Pêwîstiyên derman heye’   Hêvînê bal kişand ser ambargoya pêk tê û wiha berdewam kir: “Ji ber ambargoyê  derman, neft û xurekên weke ar destûr nayê dayîn ku bikevin nava herêmê. Ji ber wê em pirsgirêkên mezin ên xurek û dermanan dikşînin. Birîndarên me gelek in û derman nîne. Kon nîne em vedin. Çend konên kevin yên Heyva Sor vedane hene. Ji derveyî wê tiştekî me nîne. Bi hezaran koçber li vir kom bûne û derfetên em wan têr bikin nîne. Herî zêde jî pêdiviyên zarokan hene. Wijdanê dewleta dagirker a Tirkiyê tune ye.”   ‘Ji derve û ji hundir ve dorpêç heye’   Hêvîn diyar kir ku ew weke rêxistina Rêveberiya Xweser ji roja yekem ve hewl dan ku alîkariya gel bikin. Hêvî wiha berdewam kir: “Me hemû hêza xwe da vir. Lê mixabin her çiqas em bikevin seferberiyê jî têr nake. Hêzên Sûriye, Rûsya, Tirkiye û çeteyên weke El Qayideyê yên girêdayî Tirkiyeyê ne jî bi heman şêweyî dibin asteng. Armanca wan yek e û ji bo bigihêjin armanca xwe îro erdehejê jî bi kar tînin. Ji derveyî êrişan di hundir de jî dorpêçek heye. Yên di bin erdhejê de nemane îro ji birçîna, ji sermayê dimirin. Îro em êzingan dişewitînin. Welatî hewl didin li derdora wê xwe germ bikin. Cih jî tune ye. Ev jî tenê bi roj wan îdare dike.”   ‘Li ser canê me tîcaretê dikin’   Gelek qafîleyên arîkariyê yên hatine Minbiçê dane rawestandin. Dibêjin hunê ji sedî 80’î tiştên hatine komkirin bidin me nû ji sedan 20’î wî bibin herêma erdhejê. Destûra vê ji nadin. Ticaretê li ser canê me dikin. Pêdiviya me bi kon û derman heye. Xaniyên me yên ber hilweşînin ji ber derfet nîne em nikarin avahiyan xirabikin jî. Ev jî pirsgirêkek mezin e.   Ji bo wan êdî li van herêman mirin ji rêzê ye. Di rewşek wiha de jî canê kesê nafikirin.  Bangewaziya me ewe ku Tirkiye destê xwe ji Rojava vekişîne. Destên xwe ji Suryê vekişînin. Êdî bese ji vê siyasetê û rijandina xwîna me re. ”