Jinên ji Başûr ji bo çalakiyên 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin 2023-02-14 11:56:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji başûrê Kurdistanê di serî de bang li hemû jin û sazî, partî û rêxistinên Başûr kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bibin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Gireva Îmralî di nava tecrîd û îzalasyonê de tê ragirtin. Her wiha 22 meh in ti agahî jê nayê girtin. Derbarê salvegera Komploya Navneteweyî de jinên başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Li ser navê jinan Şihên Mihemd daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "24 sal in Rêber Apo di nava tecrîdê de ye, em dikevin sala 25’an. Rêber Apo tevahî jiyana xwe ya li nava girtîgehê li dijî komplo û komplogeran têkoşîn kir.   Em jinên başûrê Kurdistanê dixwazin li Başûr xwedî yek deng û yek helwest bin. Wê 15’ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo çalakiyek bê kirin. Em bang di serî de li hemû jin, sazî, partî û rêxistinên cihê dikin cihê xwe di vê çalakiyê de bigirin. Komploya Navneteweyî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan bikin.    Xwedîderketina li Rêber Apo xwedî derketina li nasnameye. Xwedî derketina li jinan e, têkoşîna ji bo bidestxistina mafan e. Em ê bi çalakiyên xwe xwedî li Rêber Apo derkevin. Azadiya Rêber Apo tê wateya serketina Gelê Kurd. Divê êdî dewleta Tirk siyaseta xwe ya dijminane li ber çavan re derbas bike. Di çarçoveya rewşa heyî, berê xwe bide Îmralî, li gel Rêber Apo rûne û nîqaş bike. Rêber Apo weke muxatebê esasî yê aştî û çareseriyê ye. Mercê esasî ew e ku divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin û azadiya wî bê mîsogerkirin. Heta Azadiya Rêber Apo têkoşîna me wê berdewam bike."