Înîsiyatîfa Nûn: Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em ê têbikoşin 2023-02-14 11:48:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Nûn bang li CPT'yê kir ku derbarê doza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de helwesteke qanûnî ya xurt nîşan bide û got ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.   Înîsiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan bi wesîleya salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Ttevî bangên li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku zextên li desthilata hikumeta Tirk bikin, ji bo ku tecrîda mutleq û îşkenceyê bi dawî bikin û Rêber Ocalan serbest berde, lê ev daxwaz bê bersiv dimînin.   Revandina Rêber Ocalan li dijî tevahî pîvan û qanûnên navneteweyî ye. Her çi qasî dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêbertî, ronakbîrê neteweyî Abdullah Ocalan giran bike jî, nikare roja wî tarî bikin û fikr û felsefeya wî ji holê rakin. Ji ber ku fikrên wî dîwarê lal derbas kirine. Girtîgeha Îmraliyê bûye çavkaniyek ji bo ronîkirina fikrî, şaristanî û mirovî. Fikrên Ocalan bandora xwe ji herêma Rojhilata Navîn derbas kir û sînorê erdnîgarî û siyasî derbas kir. Gelên azad ên ku xwedî li vê fikrî derketine û îlham jê girtine, vî fikrî wekî benda şikandina koletî û destpotiyê dibînin. Teoriya neteweya demokratîk ji tevahî gelên bindest re rêya xilasiyê ye û ji hemû pirsgirêkên ku desthilatdaran derxistine re, kilîta çareseriyê ye.   Bi dîlgirtina Rêber Ocalan meşaleya serhildanê ya li dijî dewleta Tirk venamire û xeta azadiyê betal nabe. Roj bi roj girêdana tevahî gelan û jinan bi taybet a bi felsefeya azadiyê ya Rêbertî ve xurt dibe. Roj bi roj çalakiyên bi banga rakirina tecrîda li ser Rêbertî zêde dibin. Ji roja yekemîn a dîlgirtina sembola azadiyê ve gelan û jinan sond xwarine ku ew ê bê deng nemînin heta ku Rêbertî azad bibe û di nav gelê xwe de be.   Em ê bênavbera asta têkoşînê xurt bikin heta ku di demeke nêzîk de agahiyan li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan bigirin û armanca xwe ya sereke ya azadiya fîzîkî ya Rêbertiya Xweser mîsoger bikin.   Em bang li CPT'yê dikin ku erka xwe ya mirovî bi cih bîne û helwesteke adilane nîşan bide. Dem hatiye ku CPT helwesteke qanûnî ya tund, adilane û zelal der barê vê doza mirovî de bigire. Bêdengî nîşaneya hevkariya pêkanîna sûcên dermirovî ye ku li dijî gelan û jinên Rojhilata Navîn têne kirin, anku berdewama tundî, tevlihevî û şeran e. Bêdengî tê wateya têkbirina hemû hewldanên aştî, ewlehî û edaleta rasteqîn."