Divê Abdullah Ocalan bi gelan re bê gel hev 2023-02-14 09:07:31     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Endama MYK HDP’ê Îdîl Ugurlu diyar kir ku paradîma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan riya derketinê ya ji Sêyemîn Şerê Cîhanê derketinê nîşan dide û divê Abdullah Ocalan bi gelan re bê gel hev.   Di ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye 24 sal derbas bû. Ev 24 mehe agahî ji Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Dayika Aştiyê medîne Kaymaz der barê tecrîdê de diyar kir ku jAbdulla  Ocalan ji ber ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe gelê Kurd piştgiriyê didê. Her wiha Endama MYK ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ugurlu da zanîn ku Abdullah Ocalan paradîgma ji sêyemîn şerê cîhanê derketin nîşan daye û ji ber vê divê tecrîda li ser bê şikandin û bi gelan re bê gel hev. . ‘Ji bo gelan ji bo aştiyê têkoşîn da’   Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz axivî û da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo zirar negihêje gelên Kurdistanê, ji bo aştiyê têkoşîn daye  û welatî jî piştgiriyê didinê. Medîneyê wiha got: “Ji bo aştiyê çû Îtalyayê lê dewletan ew teslîmê Tirkiyeyê kirin. Dema anîn Tirkiyeyê ji bo kes xwe negihînê birin navenda behrê. Lê mirov nikarin li wir bê hepskirin. Kes nikare biçe û bê. Di cihekî 6 metre kare de dimîne. Ciwanan ji bo azadiya wî agir berdan bedena xwe.”   ‘Ji ber ditirsin deriyan venakin’   Medîneyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê Bayram Kaymaz bedena xwe dabû ber agir. Li ser daxwaza wî di 2009’an de ligel wî Şeyhmus Poyroz, Cumalî Karsu, Hakki Alan û Hasbî Aydemîr şandin Îmraliyê. Niha Bayram Kaymaz li girtîgeha Tîpa F aTekîrdagê ye. Dema ku Bayram li Îmraliyê bû me 5 salan nikaribû hevdîtin bikira.Desthilatdarî ji ber ji şer qezenc dike aştiyê pêk nayne. Lê bila ev bê zanîn heta ku Abdullah Ocalan azad nebe wê şer bidome, wê mirin hebie û wê tu kes azad nebe. Ji ber vê divê demildeest tecrîd bê şikandin û Ocalan azad be.”   Paradîgma Abdullah Ocalan jî di bin tecrîdê de ye   Endama HDP MYK’ê Îdîl Ugurlu  jî da zanîn ku  pirtûkên Adolf Hîtler ku nîjadperestiyê xwedî dike tên firotin lê nivîsên Abdullah Ocalan tên qedexekirin û ji ber alternatîfa li dijî kapîtalîzmê ye wisa dikin. Îdîlê wiha dirêjî dayê: “Paradîgma Birêz Ocalan ji bo hemû gelan, berxwedêran jinan dibe bersiv. Ji ber vê jî tê qedexekirin. Paradîgma wî riya ji krîzê derketinê nîşan dide. Jib er vê jî hem ev paradîgma hem jî yên vê paradîgmayê diparêzin zext lê tên kirin.”   ‘Divê tecrîd bê bidawîkirin’   Îdîlê destnîşan kir ku hevsengiyên navneteweyî li ber guherînê ne û yekane tişta ku civakan ji şerê sêyemîn xilas bike Abdullah Ocalan û paradîgma wî ye û got: “Di salvegera komployê de li hember Rojava û Kobanê êrîş pêk tê. Rojava paradîgma Birêz Abdullah Ocalan xistiye jiyanê û ew hêza avaker derxistiye holê. Ji ber vê jî êrîşên li hember Rojava li hember paradîgmayê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê ewil pirsgirêka Kurd bê qebûlkirin.”