ROJEVA 14' SIBATA 2023'YAN 2023-02-14 09:00:00     *Endama MYK HDP’ê Îdîl Ugurlu diyar kir ku paradîma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelan riya derketinê ya ji Sêyemîn Şerê Cîhanê derketinê nîşan dide û divê Abdullah Ocalan bi gelan re bê gel hev. DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta Piştevaniya mor Dîdar Gul diyar kir ku ew di alî peydakirina hewcedariyên jinên herêma erdhêjê de zehmetiyan dikşînin û bi lêv kir ku ne jin wê yên berpirs di bin kavilan de bimînin. DÎMEN HEYE   *Têkildarî komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Berdevka Tevgera TAJÊ ya Şengalê Suham Şengalî diyar kir dema ew fikir, felsefe û ramanên Abdullah Ocalan digirin dest, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest, ji bo gelê Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê wekî felsefeyek nû, felsefeyek azadiyê digirin dest û wiha got:"Ji bo vê hemû gelên bindest Rêber Apo dibînin, li ser fikir û ramanên wî perwerde dibin, xwe zane dikin, dibin hêz, dibin îrade û bi vî awayî li ser bingeha jiyanek azad û wekhev dikarin bijîn." DÎMEN HEYE   *Gulcan Taşkiran a ku bi dilxwazî çû navçeya Nurhaka Elbîstanê ya Mereşê da zanîn dewlet wekî her derê li Nurhakê jî di bin kavilan de maye.  DÎMEN HEYE   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer, destnîşan kir ku bi erdhêjê demografyaya Kurdîstanê tê guhertin û got: “Li bajarên metropolan lîberalîzm û takekesî heye. Lê belê li vir civakîbûn û jiyanek komûnal heye. Bi neçarkirina koçberkirinê dixwazin vê jiyanê ji holê rakin.”DÎMEN HEYE   *Konên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatî avakirin, jin bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Jinên ku li vir dijîn diyar kirin ku di vê pevajoyê de dewlet alîkarî neda mexdûran. BI DÎMEN