Li Hatayê mutahîtek hat girtin 2023-02-13 21:13:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Mutahitê Apartmana Erdogan a li Hatayê hilweşiya, Mustafa Erdogan Keçecîoglû hate girtin.    Mutahitê Apartmana Erdogan a li Hatayê di erdhejê de hilweşiya Mustafa Erdogan Keçecîoglû li oteleke Enqereyê ku lê dima hate binçavkirin. Keçecîoglû bi biryara 6’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Enqereyê ve hate girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku li ser îxbara e maîlekê Mustafa Erdogan Keçecîoglu yê îhtîmala revîna wî heye ji aliyê me ve hatiye binçavkirin.