‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e’ 2023-02-13 09:03:30   Zelal Tunç-Elfazi Toral    WAN - Jinên Wanê balkişandin ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyane.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala ku di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Di ser komployê de 24 sal derbas bû. Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev du sale jî tu agahî jê nayê girtin. Jinên Wanê der barê tecrîda giran ya li ser Abdullah Oalan tê meşandin axivî û diyar kir ku tecrîd hemû  welat berbi kaosê ve dibe û ji bo aştî û demokrasî pêk bê divê tecrîd bidawî be.   ‘Divê Gelê Kurd ji rêberê xwe agahiyê bigire’   Ferîde Ozlu da zanîn ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be û wiha pê de çû: “Di serî de li ser Birêz Ocalan li ser hemû girtiyan tecrîd pêk tê. Bi mehane agahî jê nayê girtin. Gel ji tenduristiya wî bikare. Divê gelê Kurd ji rêberê xwe agahiyê bigire. Di serî de malbat û hemû gel vê dipê. Daxwaza desthilatdariyê eve ku hemû têkiliyên bi îmraliyê re bên qutkirin. Lê gelê Kurd dixwaze ji rêberê xwe agahiyê bigire.”   ‘Bikaranîna çekên kîmyewî dijhiqûqiye’   Ferîdeyê wiha dawî lê anî: “Li tu devera cîhanê pêkanînên tecrîdê tune. Ji ber hebûna kurd heye tecrîd pêk tê.Yekane tişta em dixwazin bidawîbûna tecrîdê ye. Li hember Başurê Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Gelo ev di kîjan maf û hiqûqê de heye? Ev nayê qebûlkirin. Bi dehan ciwanên me bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Ev zilme. Bi tecrîdê dibêjin qey wê gel biqedînin. Lê gelê kurd şûnde gavê navêjin. Bila vê wisa bizanibin.”   ‘Azadiya Ocalan azadiya hemû kesane’   Munîfe Kaçak destnîşan kiriya yekane riya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û nirxandina xwe wiha domand: “Heta Birêz Ocalan azad nebe Gelê Kurd, gelê Tirk azad nabe. Di salvegera komployê de divê her kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li kolanan bin. Ji ber hevîtinên bi Ocalan re wê hawira aştiyê pêk bîne.Divê her kes ji bo azadiya Ocalan têbişe. Azadiya Ocalan azadiya hemû gelane.”   ‘Serokatiyê bo me jinan pir tişt kir’   Hamiyet Pak jî balkişand ser perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên der barê jinan û wiha bi lêv kir: “Bi nêzbûna 15’ê Sibatê re xemgîniya me dîsa teze dibe. Em jin tu car tiştên ku serokatiyê bo mekiriye jibîr nakin. Serokatiyê bo me jinan gelek tişt kir. Bi saya wî em li van qadane. Bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Ev du sale agahî nayê girtin. Sedema pevçûnan tecrîde. Bi dehan ciwanî ji ber şer jiyana xwe ji dest dan. Divê hevdîtin destpê bikin, atşî pêk bê.Bila xwîn nerêje, aştî û azadî pêk bê.”