Heyeta HDP û BDP’ê çû serdana erdhejzedeyan 2023-02-12 22:01:51   AMED– Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Amedê bi rêxistinên civaka sîvîl re çûn serdana welatiyên ji ber erdhêjê di konan de dimînin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê bi Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Windakirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) re çûn  serdana malbatên ji ber erdhêjê di konan de dimînin û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Heyet li konên li Stadyuma Tahîr Elçî ya Amedê û Parka Newrozê hatine danîn geriyan û pirsgirêkên malbatan guhdarkirin.   Malbatên ku heyet pêşwaz kirin diyar kirin ku şaredariyên qeyûm peyewirên xwe naynin cih û bertek nîşandan. Heyetê hewcedarî û kêmasiyên heyî ligel xwe nivîn û koordînasyon xistin dewrê.