Însiyatîfa gel dema kampanya îmzeyan dirêj kir 2023-02-12 20:57:34   NAVÇEYA NUÇEYAN - Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema ku ji bo kampanya îmzeyan diyar kiribû, heta dawiya Sibatê dirêj kir.   Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordînasyona ‘Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê’ ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 27’ê Çile de bi dirûşma “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin”  kampanya îmzeyan dabû destpêkirin.   Dihat payîn kampanya wê heta 15’Sibatê bidome û heta niha zêdetir 892 hezar kes tev lê bûn.    Lê ji ber ku gelê herêmê bi alîkariyên ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê rû da ye mijul in, însiyatîfê dema diyar a ji bo bidawîkirina hemleyê heta dawiya Sibatê dirêj kir.   Berdevka Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku ji bo ku yên dixwazin tevli hemleyê bibin, dema bidawîkirina hemleyê heta dirêjkirin.