HDP û DBP’î çûn malên şînê 2023-02-12 19:25:46   AMED – Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Amedê bi rêxistinên civaka sîvîl re çûn mala şînê ya ji bo kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane û ji malbatan re sersaxî xwestin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê bi Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Windakirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) re çûn mala şînê ya ji bo kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane. 326 kesên di avahiyê li Amedê de jiyana xwe ji dest dan nasnameyên wan tên tespîtkirin û definkirin.    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê bajar Garo Paylan, rêveberên HDP, DBP û saziyên civaka sivîl li mala şînê ya li Salona Dawetê ya CTY ya Peyasê û Mala Şînê ya Tamîran a Baglarê serdan pêk anîn û ji malbatan sersaxî xwestin.