Platforma Piştevaniya Erdhêjê hat avakirin 2023-02-12 18:43:09   ENQERE- Bi banga Şaxa ÎHD’a Enqereyê sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl jî têde cih digire, Platforma Piştevaniya Erdhêjê hat avakirin. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê bi armanca piştevanî, alîkarî, organîzekirin û kordînekirina  kêmasiyên herêmên erdhêjê li Komeleya Mulkiyeyan civînek pêk anî.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baskê Jinan a CHP’ê, Sendîka Rojnamgerên Tirkiyeyê (TGC) û gelek rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwan û mafê mirovan tevli bûn. Di civînê de gelek komîsyon hatin avkakirin û peywir hat belavkirin. Komîsyona ragîhandin, starbûn, xurek, tenduristî, hiqûqî, alîkariya psîklojîk û gelekên din hatin avakirin. Komîsyona Navendî ya ku têde HDP, TMMOB, KESK, ATO, Malên Gel û ÇHD jî têde hat avakirin.    Hevseroka OHD’ê ya Enqereyê Şevîn Kaya piştî civînê daxuyanî da û diyar kirin ku Platforma Piştevaniya Erdhejê ava kirine û plan dikin ku demek kurt de alîkarî bigihêjin erdhejzedeyan.