Li Rihayê 82 hezar avahiyan zerar dîtine 2023-02-12 16:33:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiyê da zanîn ku li bajar 82 hezar avahiyên ji erdhejê zerar dîtine hene.    Walîtiya Rihayê da zanîn ku piştî erdhejê li Rihayê 82 hezar avahiyên zerar dîtine tespît kirine.    Walîtiyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da: “Heta niha 82 hezar avahiyên zerar gihiştiyê hatine tespîtkirin. Agahiyên van xaniyan li ser e-devletê bi rêya navnîşana 'hasar.gov.tr' ji xwediyên wan re tên şandin. Piştî tespîtkirina zerarê, heke zerar negihiştibe avahıyan jî wê zerara wê kêm be, welatî dikarin li malên xwe vegerin. Hinek avahiyên ku hemwelatiyên me ne li wê derê bûn î, nehatine tespîtkirin.”