Komîteya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya Başûr dest bi greva birçîbûnê kir 2023-02-12 13:12:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya "Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê" bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevlîbûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî dest bi greva birçîbûnê kirin.   Komîteya ‘"Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Başûrê Kurdistanê’" bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevîlbûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz li dijî komploya navneteweyî dest bi çalakiya grevê ya 2 rojan kirin.   Çalakiyê li navenda Tevgera Azadî ya li parêzgeha Silêmaniyê di saet 11:00’an dest pê kir. Daxuyanî li ser navê Komîteya ‘Azadî Ji bo Abdullah Ocalan’ a Başûr ji aliyê Newroz Fazil ve hate dayîn.   Newroz diyar kir ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dest bi rêze çalakiyan kirine û çakiyên xwe bi greva birçîbûnê dane destpêkirin.   Newroz destnîşan kir ku ew azadiya  Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê girîng dibînin û got: “Bê şert û merc daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”   Newroz anî ziman ku Ocalan di nava 12 salan de ji hemû mafên xwe hatiye bêparhiştin û 22 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin û wiha domand: “Rê nayê dayîn ku serdan bê kirin. Girtîgeha Îmralî ji Girtîgeha Guantanamo derbas kiriye. Dixwazin bi rêya derûnî bandorê li ser Rêber Apo bikin. Ev yek xeterî ye. Em banga azadiya Serok Apo dikin.”   Newroz Fazil bi bîr xist ku ev hemû bandoreke mezin li ser girtiyên li Îmraliyê çêdike û wiha pê de çû: “Ji bo wê em çêkera li vir hemfikrin ji bo azadiya Rêber Apo.”   Newroz diyar kir ku wan rêze çalakî danîne pêşiya xwe û çalakiya grevê jî yek ji van çalakiyan e û wiha axivî: “Çalakiyên me di çarçoveya çalakiyên li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo ku li her derê tê kirind de ye. Ji bo wê ye hêvîdarim ku ji vir dengê me bigihêje hemû gelê Kurd û hêzên azadîxwaz ên ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Em bang li gel dikin ku piştevaniya van çalakiyan bikin. Divê her kes dakeve kolanan bi awayeke demokratîk daxwaza azadî û mafê xwe bike. Banga me ji bo hemû aliyên siyasî jî heye ku piştgiriya azadiya Rêber Apo bikin. Tecrîda li ser Rêber Apo red bikin. Ji ber ku dem dema azadiya Rêber Apo ye.”