Dewlet di krîzê de ye, OHAL ji nikare krîzê veşêre 2023-02-12 09:07:11   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku dewletê OHAL bi armanca ku krîzê veşêre û pêşî li piştevaniya gel bigire îlan kiriye û gotin ew bi piştevaniyê dikarin her tiştî çareser bikin û bi hêza xwe bawer in.   Piştî erdhêja li 10 bajaran hat jiyîn şûnde biryara OHAL’ê hat girtin û 10’ê Sibatê de ji meclîsê derbas bû. Jinan der barê mijarê de bertek nîşan dan û diyar kirin ku OHAL bi armanca veşartina krîzê hatiye derxistin.   Ezgî Ozer da zanîn ku ji bo xebatên berhevkirina xurekan û xebatên rizgarkirinê di Piştevaniya Erdheja Îzmîrê de cih digirin û got: “Yên hev xilas bikin dîsa em in. Li dijî gel xebatek tê meşandin heye. Înternetê qut dikin, pêşî li ekîban digirin. Lê xebatek me jî heye. Em bi şîara ‘piştevanî dide jiyîn’ li Îzmîrê xwe rêxistin dikin. OHAL bi armanca pêşî li piştevaniyê bê girtin hatiye îlankirin. Lê çi ji destê me bê em dikin.”   ‘OHAL ji xwe hebû’   Parêzer Leyla Bîlgen jî nêrînên xwe anî ziman û got îlankirina OHAL’ê di serî de tê wateya sînorkirina çûyîn û hatinan û wiha anî ziman: “AFAD pankartan bi TIR’an ve dadiliqîne yan jî alava AKP’ê dadiliqîne. Tam jî di erefeya hilbijartinan de wisa dibe. Beriya hilbijartinan naxwazin rewşa nerêveberkirinê veguhere krîzê. Naxwazin êdî mirov dîmenên wir bibînin. Naxwazin saziyên civaka sivîl tiştekî bikin. Naxwazin rojnameger bikevin wan qadan. Niha krîzek heye. OHAL jî ji xwe hebû.”   Ji Yekitiya Karkeran Sonay Tezcan jî wiha anî ziman: “Li herêma erdhêjê dikaribû gelek kes bihata xilaskirin.  Lê wisa nebû mixabin. Em dizanin ku bi sedan kesên vînçê bi kar tînin hene. Lê maşîneyên kar destê sermayê de ne. Ev ne qeder e. Ev terkîkirina mirinê ye.”   Ji Yekitiya Karkeran Eylem Duygu Acar jî  bertek nîşanê rewşê da û da zanîn ku roj bi çiravê nayê xerakirin û got: “13 mîlyon kes li kolanan ma. Nikaribûn miriyên xwe rakin. Niha torên ragîhandinê qut kirine. Zextan dikin. Lê çi dikin bila bikin hemû cîhan wan dibînin.”