Komplo negihîşt armanca xwe! 2023-02-12 09:03:39       Rojda Aydin     AMED - Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylu, Endama Meclîda Dayikên Aştiyê ya Amedê Murvet Demîr, têkildarî komploya 15’ê Sibatê de axivîn û anîn ziman ku bi komployê xwestin Gelê Kurd teslîm bigirin û gotin: "Rêya aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Her wiha bi xwedî derketin û yekitiyê em ê bi ser kevin."   Di 15'ê Sibata sala 1999'an de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komloyek navneteweyî hat pêşxistin û teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan 24 sal in dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Komploya Navneteweyî bi girankirina tecridê re jî hat domandin.    Rêvebera Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Amedê Meryem Soylu, Endama Meclîda Dayîkên Aştiyê ya Amedê Murvet Demîr, komployê şermezar kirin û li ser mijarê axivîn.     ‘Rêbertî xwedî li hemû gelan derdikeve’   Meryem Soylu, anî ziman ku bi komployê ve li ser Abdullah Ocalan ev 24 sal in tecrîdek kûr tê meşandin û got ev tecrîd ne bi tenê li ser Gelê Kurd li ser tevahî gelan dike. Meryem, bi lêv kir ku kesên ku xwedî wîcdan in û mirovin li hemberî vê tecrîdê derbikevin û dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Ji ber vê yekê îro ev tecrîda girankirî bandorek giran li ser Gelê Kurd û gelên din dike. Li cihanê çixwasî şoreş û berxwedan pêk hatine serokek wan jî hebûye. Serokê me jî pêşengî û rêbertiya Gelê Kurd dike. Rêbertiya ne bi tenê Gelê Kurd rêbertiya tevahî gelan dike. Serokatî rêbertiya gelên ku bindestin dike. Rêbertî xwedî hemû gelan derdikeve. Kesên ku dibêjin ez mirovim, zilmê û neheqiyê qebûl nakim divê rabin li ser piyan û dest bidin destên hevdû. Bila gelê me dengê xwe bilind bike û bibêje em êdî vê tecrîdê qebûl nakin. Em qebûl nakin ku 60 mîlyon mirov di bin tecrîdê de û girtîgehê de bibînin. Pêvajo ew pêvajoye ku tu divê gel bibêje ez vê zilmê û tecrîdê qebûl nakim. Ji 7 salî heta 70 salî her kesek ji bo rakirina tecrîdê dikare tiştek bike. Ez vê tecrîdê şermezar dikim û qebûl nakim.”   ‘Dewletên ku mafê mirovan diparêzin li ku dere ne?’   Meryem, destnîşan kir ku bi vê komployê hikûmetê planên xwe yên îmha û înkarkirina li ser Gelê Kurd kiriye dewrê û wiha pê de çû: “Bi vê komployê xwestin hemû tiştî bikin bin destên xwe. Ji ber vê yekê armanca wan îmha û înkarkirina Gelê Kurd bû. Dema ku rêberê gelekî ji holê hat rakirin dagirker, desthilatdar û zilmkar dixwazin wê gelê bifetisînin. Ji aliyê çand,ziman, ehlaq û her aliyê de dixwazin dixwazin gel tune bikin. Armanca vê komployê jî ew bû. Bi dîl girtina Serokatî ve xwestin vê gelê bikin bin fermana xwe. Ji ber vê yekê ev komplo pêk hat. Serokê me ev 24 sal in di nava çar dîwaran de di bin tecrîdê de ye û dîl tê girtin. Lê Serokatî di nava çar dîwaran de jî fikr, bawerî û hêz da Gelê Kurd û gelê cihanê. Ev qas desthilatdar îro fikr û ramanên Rêbertiyê bikartînin. Hem fikr û ramanên Serokatî bikartînin hem jî li ser me lîstokan dikin. Dewletên ku dibêjin em mafê mirovan û edaletê diparêzin bi komployekî teslîmê Tirkiyeyê kirin. Lê ji bo berjewendiyên xwe tu tiştî nakin. Ew ji dewleta Tirkiyeyê xiraptirin.”   ‘CPT dûritiyê dike’   Meryem, bal kişand ser nêzîkatiya CPT û pirskir ku CPT çima peywira xwe bi cih nayne. Meryem, dazanîn ku CPT piştî çûye Îmraliyê şûnde agahî parve nekiriye û wiha axivî: “Lê CPT neçûye bi Serokatî re hevdîtin nekiriye. Ji ber ku Serokatî hevdîtina bi CPT re qebûl nekiriye. CPT jî li ser Tirkiyeyê tevdigere û agahiyên destên xwe de vedişêre. CPT divê rola xwe rast bilêyze. Bila têkildarî Serokatî de gahiyek rast  ji me re bibêjin. CPT dûritiyê dike. CPT sererast nêzî vê vê mijarê û pirsgirêka kurdan nabe.”   Banga gel kir   Meryem, di dawiya axaftina xwe de bang li jin, ciwan, zarok, kal û pîran û hemû gelan kir ku li hemberî tecdîrê û komployê rabin li ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em Serokê xwe di bin tecrîdê de derbixin. Gelê Kurd vê zilmê û tecrîdê qebûl nake.”     ‘Li hember vê komployê em bi hêztir bûn’   Murvet Demîr jî komployê şermezar kir û destnîşan kir ku komplo ne bi tenê li dijî Abdullah Ocalan hatiye kirin, her wiha li hemberî Gelê Kurd jî hatiye kirin. Murvet, diyar kir ku îktîdar bi vê komployê xwestiye Abdullah Ocalan û Gelê Kurd  ji hevdû qût bikin û wiha dom kir: “Îktîdar fikirî ku bi vê komployê bi ser keve. Xewn û xeyalên wan ew bû. Bi komployê ev ji hevdû qût nebûn. Berovajê wê em bi hevdû re hatin girêdan. Em bûn yek û me dengê xwe bilindtir kir. Gelê Kurd ne dev ji Serokê û ne jî welatê xwe û ne jî girtiyên xwe berda. Li hember vê komployê em bi hêztir bûn. Ev serkeftina me dê hertim bidome.”   ‘Xwestin ku Gelê Kurd teslimiyetê qebûl bikin’   Murvet, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne bi tenê azadiya Gelê Kurd, azadiya hemû gelan dixwaze û wiha anî ziman: “Ji ber vê yekê wan xwestin bi komployê Serokatî bikin bin destên xwe û Gelê Kurd serî bitewîne. Xwestin ku Gelê Kurd teslimiyetê qebûl bikin. Lê belê Gelê Kurd vê yekê qebûl kir. Bi berxwedan û serhildanê bi ser ket. Piştî komployê tiştên ku li ser Gelê Kurd nehat meşandin nema. Her cure lîstok û êriş hatin meşandin. Em wek kurd bi her cure êrişan re rû bi rû man. Hem li girtîgehan hem li derve zext li ser gel dimeşînin. Di girtîgehan de binpêkirina mafan tê meşandin. Li derve jî cenazeyê malbatan di tûrikan de radestê wan tê kirin. Em behsa çi bikin û behsa çi nekin.”   ‘Rêya aştiyê bi yekîtiyê û ji Îmraliyê derbas dibe’   Murvet, dawiyê ev tiştan got: “Gel bi berxwedanê heta vê rojê hat, dê ji vê rojê şûnde jî bi berxwedanê bidome. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Dawiya vê zilmê dê teqez aştî pêk were. Rêya aştiyê bi yekîtiyê û ji Îmraliyê derbas dibe. Bila gel xwedî xwe û Serokakê xwe derbikeve. Gelê me bila ji hevdû re bibin yek û yekîtiya xwe axa bikin. Xêra kesekî ji me re tuneye. Bi xwedî derketinê û yekitiyê em ê bi ser kevin.”