Li Amedê ji bo kesên jiyana xwe ji dest mala şînê hat danîn 2023-02-11 18:41:25   AMED- Ji ber erdhêja ku navenda wê Mereş bû, gelek bajar bi bandor bûn. Li Amedê jî 7 avahî hilweşiyan û 281 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li Kompleksa Salona Dawetê ya Cîty a navçeya Peyasê mala şînê hat danîn.   Ji ber erdhêjên 7.7 û 7.6 yên ku navenda wê Mereş bû, gelek bajar bi bandor bûn. Li Amedê jî 7 avahî hilweşiyan û 281 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li Kompleksa Salona Dawetê ya Cîty a navçeya Peyasê mala şînê hat danîn.    Her wiha li bajar ji ber malên şînê yên din jî tije bûn, li kafeya Goletlî Park û kahwexaneyên cuda yên bajar jî malên şînê hatin danîn.   Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê hewcedariyên mala şînê peyda dikin.