Li Rihayê 11 kes hatin binçavkirin 2023-02-11 15:20:59   RIHA - Li avahiya Osman Agan a Rihayê de 33 kes di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê mijarê de lêpirsin vekir û biryara binçavkirina di nav de mutahît jî heyî 11 kesî da.    Di 6’ê Sibatê li Kurdîstanê bi pileya 7,7 û 7,5 li Mereş û Dîlokê erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandorê xwe li 10 bajaran kir bilanço her diçe girantir dibe. Yek ji wan bajarên ku jê bandor bû Rihaye. Li Rihayê heya niha 170 kes jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 294 kes birîndar in. Xebatên rizgarkirin û lêgerînê di roja 4'an de hat rawestandin. Li tevahiya bajêr hat diyar kirin ku 4 hezar û 727 avahî xisar ditine.    Li avahiya Osman Aganê 33 kes di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Derbarê mijarê de Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsin da destpêkirin û mînak ji avahiyê girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de di nav de mutahît jî heyî 11 kes hatin binçavkirin.