Partiyên li Başûrê Kurdistanê piştgirî dan kampanya alîkariyê ya HDP’ê 2023-02-11 14:55:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştgiriya bi kampanya HDP’ê ya ku li Hewlêrê ji bo mexdurên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin re berfireh dibe. Pênc partiyên siyasî serdana Nûnertiya HDP’ê kirin û piştgiriya xwe ya ji kampanya ku hatiye destpêkirin re nîşandan.   Li Hewlêrê Tevgera Goran, Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin. Partiyan piştgiriya xwe ji kampanya alîkariyê ku nûnertiya HDP’ê ji bo mexdurên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin re nîşandan.   Di dema serdanê de Hevseroka Nûnertiya HDP’ê Nahîde Ermiş ji çapemeniyê re axivî. Nahîde spasiya hemû aliyên ku piştgiriya kampanya alîkariyê dikin kir û got: “Kampanya me ya alîkariyê berdewame. Em pêdawîstiyên rojane yên welatiyan dişînin Rojavayê Kurdistanê, alîkariyên madî jî ji bo Bakurê Kurdistanê dişênîn. Em bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê dikîn ku her kes li gor derfetên xwe tevlî kampanya alîkariyê bibin.”   Li ser navê her pênc partiyan jî Kurdo Salih axivî û got: “Em piştgiriya xwe ji bo kampanya ku HDP’ê ji bo mexdurên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin re nîşan didîn. Tevlîbûna kampanyê wek erkek li ser milên xwe û tevayî welatiyan dibînin. Em bang li hemû alîgirên xwe dikîn ku tevlî kampanyê bibin.”   Piştre Berpirsê Hizba Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Şaxewan Xalid jî diyarkir tevlîbûna kampanya alîkariyê ya ji bo mexdurên erdhejê erkek nîştimanî, netewî û olî ye. Şaxewan bang li hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî kampanya alîkariyê bibin.