Ji bo mexdûrên erdhejê deriyê sînor ê Tirkiye-Ermenistanê hat vekirin 2023-02-11 14:13:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 30 salan deriyê Sînor ê Alîcan ku di navbera Tirkiyeyê û Ermenistanê de ye ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê re bê şandin, hat vekirin.    Li Îdirê Deriyê Sînor ê Alîcan ku di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de ye piştî 30 salan ji bo alîkariya erdhejê hat vekirin. Ji bo alîkarî bigihîje mexdûrên erdhejê derî hat vekirin. Kamyonên tije alîkarî vê sibehê di deriyê sînor de derbas bûn û çûn herêmên erdhejê.    Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Vahan Hunanyan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û got: “Me îro ji Ermenistanê alîkariya mirovî ji bo Tirkiyeyê şand. TIR’ên alîkariya mirovî îro ji pira Margara derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn û berê xwe dan herêmên erdhejê.”    Tîma rizgarî û lêgerînê ku berê ji Ermenistanê hatibû jî li Semsûrê tevli xebatan bû.    Deriyê Sînor ê Alîcan ku Tirkiyeyê û Ermenistanê digihîne hev ji nîsana 1993’yan ji xizmeta çûnehatê re girtîbû.