Bi hatina parlamentera AKP'ê alîkariyên ku hatin komkirin winda bûn 2023-02-11 13:55:12   Sema Çaglak    AMED - Li Amedê komekê ciwanên dildarî ji bo mexdûrên erdhêjê bi rojan e alîkarî kom dikin. Alîkariyên ciwanan ku li Parka Sûmerê hatibû depokirin piştî hatina Parlamentera AKP'ê Pakîze Mutlu û zebiteyan winda bû.   Di 6’ê Sibatê li Kurdîstanê bi pileya 7,7 û 7,5 li Mereş û Dîlokê erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandorê xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Ji roja yekemîn ve gelek partiyên sîyasî, sazî û rêxistinên sîvîl û welatî ji bo mexdûrên erdhêjê alikariyan kom dikin û digihînin deverên erdhêjê.   Li Amedê komekê ciwanên dildarî ji bo mexdûrên erdhêjê bi rojan e alîkarî kom dikin. Alîkariyên ciwanan ku li Parka Sûmerê hatibû depokirin piştî hatina Parlamentera AKP'ê Pakîze Mutlu û zebiteyan winda bû. Ciwana ku di nava xebatên alîkariyê de cih digirt ji ajansa me re axivî.   ‘Bi lêdanê me ji parkê derxistin'    Merve N., (22) daxuyand ku duh Parlementera AKP’ê Pakîze Mutlu hatiye Amedê û hewil daye dengê ciwanên dildarî qût bike û wiha behsa bûyerê kir: “Duh parlementera AKP’ê Pakîze Mutlu hat Parka Sûmerê ji me pirsî ku zêdetir kî alikarî dişine vir. Me jî got zêdetir HDP, TÎP û sazî û rêxsitinên sîvîl dişinin. Piştre idîa kir ku AKP û Îyî Partî jî alikarî dişine. Bi vî yekê di navbera me de nîqaş derket. Dûvre peywirdarekê zabiteyê hat parkê û hewil da ku me ji parke derxîne. Parlementera AKP’î jî hewil da dengê me qût bike. Piştî ku parlementer ji qadê dûr ket, zabita heqeratê li me kir û êrişê me kir. Me ji qadê derxistin."    ‘Mexdûr ji alîkariyan sûde negirtine'    Merve, diyar kir ku bi rojan li gorî derfetên xwe alîkarî kom kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê niha em nizanin ku alîkariya ku me kom kirine li ku ne. Malzeyên ku me kom kir ji mexdûrên erdhêjê re nehatin belavkirin. Hemû malzemeyên me di nav saetekê de bi şev hatin windakirin. Me ji AFAD'ê pirsî alîkariyên ku me li kom kirin li ku ne? Ji me re gotin me hemû malzemeyên we belavî mexduran kirine. Me li welatiyên li derdorê û yên li parkê rawestiyane pirsî jî gotin me sûdê jê negirtiye. Em konên welatiyan geriyan lê alîkarî ji bo wan jî nehatiye dayîn. Heke alîkarî hatiye belavkirin çima qeyd nîne. Alîkariyên ku me kom kirine li ku ne? Em dixwazin kesên berpirs bên dîtin."    ‘Dewlet alîkariyên ku tên kirin jî asteng dike'    Merve, anî ziman ku tehamûla AKP’ê û dewletê ji rastiyan nîne û got: “Ji bo pêdîviyên gel li Amedê piştevaniyeke mezin pêk hat. Gava me ve rastiyê ji partiyên AKP û ÎYÎ Partî re got, xwestin em bêdeng bikin. Heke AFAD’ê nikare alikariyê bike çima alikariyên gel asteng dike. Gel têra xwe dike. Di gel de rihê piştevaniyê  heye. Ji bo ku em neaxivin û mexdûriyetên ku em şahîd dibin ranegihînin em tên astengkirin. Dewlet alîkarî nade gel û alîkariyên tên kirin jî asteng dikin."