Bi piştevaniyê birîn tên pêçandin 2023-02-11 13:54:05     MÊRSÎN - Li Mêrsînê jin bi nanê dipêjin alîkariyê didin erdhejzedeyan.    Di çarçoveya kampanyaya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê de jin bi nanê ku li tenûran lê dixin alîkariyê didin erhejzedeyan.     Hevserokên HDP'ê yê Mêrsinê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş, çûn serdana jinên di nava piştevaniyê de ne.    Bedriye da zanîn ku a çê ew e ku piştevanî heye û got li Mêrsînê jinan seferberiya piştevaniyê dane destpêkirin.   Ji jinên nan dipêjand Gulizar Kanpolat jî got em ê bi hev re birînên xwe bipêçin û da zanîn ew bi şev û roj li wir in.