Gur cenazeyên qurbaniyên erdhejê dixwin 2023-02-11 13:35:12     AMED - Ji gundê Kalburcu yê Semsûrê dilxwazên erhdejê û gundiyan xwe gihand ajansa Mezopotamyayê û diyar kirin ku tu alîkarî negihîştiye gundên Bûlam û Çêlikan û ragihandin cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin.    Ji gundê Kalburcu yê bi ser Semsûrê ve ku xesarek mezin a erdhejê lê çêbûye, dilxwazên erdhejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û ragihandin ku alîkariya gel û a AFAD’ê negihîştiye gundên bajaroka Bulamê û navçeya Çêlikan û cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tên xwarin. Li gundê Kalburcu kes jiyana xwe ji dest nedaye lê welatî di şert û mercên zor de dijîn û alîkarî ji wan re neçûye. Gundiyên Kalburcuyê û dilxwazên erdhejê ku gihîştin gundên herêma Bûlam û Çêlikan ragihandin ku welatiyên ku ji bin xirbeyan tên derxistin ji sermaye dimirin û cenaze ji aliyê guran ve tên xwarin. Welatiyek ji gundê Kalburcuyê ku ji kamerayê re axivî wiha dibêje: “Kes nikare xwe bigihîne gundên çiya. Rê girtî ne. Kevir û tat ketine ser rê û ji berfê rê hatine girtin. Cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin, guran biriye.”