Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 148’an de dewam dike 2023-02-11 12:26:34     NAVENDA NÛÇEYAN  - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome. Duh jî li Beluçistan û parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û nerazîbûn li dijî desthilata Îranê nîşan dan. Di nava çalakiyan de komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin şermezarkirin.   Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 148’an de didome. Divê çarçoweyê de duh li gundê Nenele ya ser bi bajarê Sine gelek welatî li dijî binçavkirina du melayên binavên Îbrahîm Kerîmî û Luqman Emînî ku piştgirî dabûn xwepêşandanan, lidarxistin.   Her wiha  şeva borî li Sine welatiyan li ser ban û balqonên xwe bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên rejima Îranê nîşandan.   Bi nêzîkbûna salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, çalakiyên li dijî komployê jî tên lidarxistin. Divê çarçoveyê de li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê ciwanan bi çalakiyên cûda cûda komplo şermezar kirin.   Di rojên borî de jî dayîkên aştiyê bi çalakiyên cûda cûda komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kiribûn.   Li aliyê din li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Beluçistanê jî duh piştî nimêja Înê gel daket kolanan û dirûşmên lidijî desthilata Îranê bilind kirin. Her wiha di xwepêşandanê de hevxemiya xwe ya bi mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistan û Suriyeyê re jî nîşan dan.   Li çend bajarek Îranê bi taybetî jî li Tehranê bi nêzîkbûna 45’emîn salvegera şoreşa 1979’an re, welatî derketin ser ban û balqonên malên xwe bi dirûşman dijbertiya xwe ya li dijî rejimê nîşandan.   Di çarçoveya piştevaniya navdewletî ya ji bo serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jî, duh Federasyona Navnetewî ya Rojnamegeran banga demildest berdana tevayî rojnamegerên hatîn girtin û astengiyên li ser karanîna internetê li rejima Îranê kir.   Li gor amarên Sendîkaya Pîşeyî ya Rojnamegerên Tehranê, ji dema destpêkirina nerazîbûnan a ji 16’ê Îlona 2022’yan ve zêdetirî 100 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine girtin. Beşek ji wan bi kefalet û pere hatine berdan, zêdetirî 30 rojnameger jî hîna girtîne.