Ozlem Gunduz: Em bi hemû derfetên xwe bûne seferber 2023-02-11 09:22:51     Sema Çaglak-Medya Uren   AMED - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e Ozlem Gunduz, têkîldarî rewşa dawî ya koordînasyonê axivî û destnîşan kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe ji bo pêdiviyên mexdûrên erdhêjê seferbertiya xwe xurtir bikin.   Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê bi pîleya 7,7 û 7,5 li Bazarcixa Mereşê erdhej pêk hat. Erdheja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewil a erdhejê ve li 10 bajarên karesat lê qewimiye ketiye nava tevgerê û dest bi seferberiya alîkarî û piştevaniyê kir. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e Ozlem Gunduz, têkîldarî rewşa dawiyê ya koordînasyonê axivî.   ‘Di esasê pêdiviyan de me xwe koordîne kir’   Ozlemê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên HDP’ê û wiha got: “Em weke koordînasyona HDP’ê ji navenda Enqere û Amedê ji roja destpêkê ve xebatên xwe didin berdewamkirin. Ji ber ku pêdivî zêde bûn û herwiha pêwîstî bi koordînebûnê hebû. Di hemû bajaran de rêxistina me ya HDP’ê xwe bi rêxistin kir û bi me re di nava têkiliyê de xebat dan berdewamkirin. Me baş dizanî ku pêwîst e em bi qasî ji destê me tê zêdetir xwe bidin vî karî. Em bi rojan e li qadan in û tişta me ferq kiriye bi rastî welatî bi tenê hatine hiştin. Îqtidar bi tu awayî nakeve nava hewldanan. Vê yekê weke qederê dibînin û dixwazin bi vê hişmendiyê jî bi gel bidin erêkirin. Bi hezaran kes hîna di bin kavilan de mane û pêwîst e em xwe bigihînin van bajaran û van kavilan hemûyan.”   ‘Me li gorî bangewaziyan alav berhev kir’   Ozlem di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser alavên hatine komkirin û wiha berdewam kir: “Di serî de me hewl da pêdiviyên lezgîn ên ji me re hatine bi bangewaziya me kiriye re komî ser hev bikin û bigihînin mexdûran.Tora me li hemû bajaran bi awayekî bandorker û xurt xebat da meşandin. Heya niha zêdetirî 300 tir alav hatin komkirin û ji cihên erdhejê re hatin şandin. Bi taybetî di warê cihên ewle û konan de em ê çawa bikaribin berhev bikin û ji gel re parve bikin me xebat dan meşandin. Şert û mercên avhewayê ne baş e, ne alavên germkirinê, pêdiviyên weke cil û berg hene. Di heman demê de pêdiviyên ji bo zarokan hebûn. Li aliyekî jî pêdiviyên jinan û di warê tendirustiyê de pêdiviyên girîng hebûn. Me ji gel re bangewazî kirin û piştgiriyek xurt jî hat. Me ji navenda bajêr re pêdivî ragihandin û asta em gihiştinê îro em ji bo gundan jî alav û pêdiviyan dişînin.”   ‘Ev piştevanî bi awayekî bi hêz berdewam dike’   Ozlem da zanîn pêdivî bi xebatkarên tendirustiyê yên dildar hene û banga xwe wiha nû kir: “Me di hemû mijaran de hewl da em alîkariyê bikin. Di aliyê tenduristiyê de pêwîstî heye û em bang li dildaran dikin. Ev piştevanî bi awayekî bi hêz berdewam dike. Di aliyê lêgerînan de jî bi sedan ciwanan serî li koordînasyona me dan û me wan şand cihên kavilan.Bi taybetî pêwîst e em ragihînin li gelek cihan pêdiviyên hatine komkirin ji aliyê AFAD’ê ve nehatine belavkirin û hatine depokirin. Li vir armanc û sedem çiye? Li vir mirov ji birçîbûnê û ji ber sermayê pirsgirêkên girîng dijîn. Çima ev yek tê kirin? Ev rehetiyek çawa ye û çi wijdan e. Ne exlaq ne jî wijdanê mirov destûra vê yekê dide.”   ‘Em ê ji bo gel hîn bêhtir bixebitin’   Herî dawî Ozlem bal kişand ser astengkirina alikariyan jî û wiha got: “Mixabin car caran ji bo alikariyên me hin astengî derdixin. Lê belê em wan astengiyan jî derbas dikin û bi hemû derfetên xwe alikariyên xwe digihînin bajarên erdhejê. Desthilatdar bajarên erdhejê ji qedera xwe re terikand. Sedema astengikira alîkariyan jî ev nêzbûn e. Fikra dewletê wiha ye ‘Em alikarî nakin û nahêlin hûn jî bikin’. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Jixwe parlamenter û şandeyên me yên HDP’ê ji roja ewil heya niha li qadên erdhejê ne û alîkariyan digihînin mexdûrên erdhejê. Her wiha 6 şaredariyên me yên ku qeyûm nehatiye tayinkirin hene. Ev  şaredariyên me bi hemû derfetên xwe li qadên erdhejê ne. Ji bo belavkirina xwarinên germ bûne seferber. Bi taybetî jî li Bazarcix, Mereş, Elbîstan û Semsûrê ji roja duyemîn a erdhêjê xwarin belav dikin. Her wiha li Meletiyê jî firinên ku 24 saetan nan derdixin hate avakirin. Ango hemû şaredariyên me bi hemû derfetên xwe li bajarên edhêjê seferber bûne û hem bi maşîneyan û hem jî ji bo pêdiviyên bingehîn li qadê ne û bi vê yekê karê xwe bi awayekî bi rêk û pêk bi cîh tînin.”