Rihayê ji bo Hatayê alikarî şand 2023-02-11 09:09:24   RIHA - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ji bo bajarê Hatayê alikarî hate kirin. Bi dehan tûrên ku ji bo mexdûrên erdhêjê hatin amadekirin ji bo Hatayê bi rê ketin.   Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê bi pîleya 7,7 û 7,5 li Bazarcixa Mereşê erdhêj pêk hat. Erdheja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja ewil a erdhejê ve li 10 bajarên karesat lê qewimî ye ketiye tevgerê û dest bi seferberiya alîkarî û piştevaniyê kir.   Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ji bo bajarê Hatayê alikarî hate kirin. Bi dehan tûrên ku ji bo mexdûrên erdhêjê hatin amade kirin ji bo Hatayê bi rê ketin.