‘Bila têkoşîna min bibe mînak’ 2023-02-11 09:03:36     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Emîne Yucel a di erdhêja Îzmîrê de zarokên wê, xizmên wê û dayika wê jiyana xwe ji dest dan, da zanîn ku ji ber rantê rapor nayên dîtin û bi lêv kir ku têkoşîna wê ya hiqûqî bila ji bo erdhejzedeyan bibe mînak.   Di erdhêja ku 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû li gelek bajarî bi bandor bû bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.  Piştî erdhêjê tiştên ku di erdhêjên berê de hatibûn jiyîn hatin hişê mirovan. Di 2020’î de li Îzmîrê navenda wê Grava Sîsam bi pêla 6.9 erdhêj pêk hat û 4 avhî li navçeya Bayrakli hilweşiyan û 118 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di avahiya Rizabey de jî 37 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Emîne Yucel a di wê avahiyê de zarokên wê Ferda û Dîren, xizmên wê Vera û Lena û dayika wê Arîfe Yucel jiyana xwe ji dest dan da zanîn ku têkoşîna dimeşîne bila ji bo erdhejzedeyan bibe mînak.   ‘Raporên rizandinê nekiribûn dosyayê’   Emîneyê da zanîn ku piştî erdhêjê gelek avahî li ser piya man lê di hilweşîna 7 avahiyan de gelek kesî jiyana xwe ji dest daye û got: “Raporên rizandinê hene. Bi taybet li avahiya Riza Bey. Me piştre ev rapor dîtin.Me dît ku ev rapor nekirine dosyayê. Komkujiyê jî got ez têm. Em 4 rojan li ser kavilê sekinin. Niha em dinêrin îro jî bi rojane gel tî û birçî li ser kavilane. Hêviya min eve zarokên xwe winda nekin. Me xwest li şûna avahiya Riza Beypark hişmendiya erdhêjê bê çêkirin. Armanca me komkujî û êş neyê jibîrkirinê bû. Lê daxwazên me nehatin dîtin.”   Binpêkirin û rant   Emîneyê  destnîşan kir ku divê her tim tedbîrên erdhêjê bên girtin lê ev her tim tê piştguhkirin û wiha anî ziman: “Em di avahiyên çawa de dijîn. Avahiyên em têde ne, karkeriyên em têde dixebitin gelo saxlemin.Ya girîng ewlehiya can e. Niha di têkoşîna em dimeşînin de yên bûn sedema vê komkujiyê tên darizandin. Gumanbarên girtî hene.”   Divê dosya bibe mînak   Emîneyê her wiha bi lêv kir ku ji bo dosya bibe mînak têdikoşin û got mirina di erdhêja Îzmîrê de ne tesaduf bûn û qestî têde hebûye.Emîneyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku doza li 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliya Îzmîrê didome wê di 26’ê Gulanê de bê dîtin.