ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-11 09:00:00     * Dîrektora Navneteweyî ya Unîte the Unîon Clara Baker  komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku divê dawi li tecrîdê bê anîn û Ocalan azad bibe. BI DÎMEN    *Emîne Yucel a di erdhêja Îzmîrê de zarokên wê, xizmên wê û dayika wê jiyana xwe ji dest dan, da zanîn ku ji ber rantê rapor nayên dîtin û bi lêv kir ku têkoşîna wê ya hiqûqî bila ji bo erdhejzedeyan bibe mînak. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Gulşen Taşdemîr û hevjînê wê Eyyup Gokkaya ya ku li navçeya Nurdagi di bin bermahiyan de man, piştî 5 saetan ji aliyê welatiyan ve hat rizgarkirin. Ji malbata Gulşenê jî 6 kes di bin bermahiyan de jiyana xwe ji dest dan. Gulşen, bi lêv kir ku tişta hatiye jiyîn ne qedere, piştgûhkirin e. BI DÎMEN    *Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e Ozlem Gunduz, têkîldarî rewşa dawiya koordînasyonê axivî û destnîşan kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe ji bo pêdiviyên mexdûrên erdhêjê seferbertiya xwe xurtir bikin. BI DÎMEN